Apê Mûsa li cihê ku lê hatî kuştin hate bibîranîn

Rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter di 25. salvegera kuştina wî de, li Amedê, li Seyrantepe li cihê ku hatî kuştin hate bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin, ku wê li ser şopa çapemeniya azad bin ku Apê Mûsa daye destpêkirin.

Beriya niha bi 25 salan rewşenbîr û nûçegihan, nivîskarê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Seyrantepe ya Amedê, 20’ê Îlonê ji hêla JÎTEM’ê ve hate kuştin. Li Seyrantepe li cihê ku Apê Mûsa hatî kuştin bernameyeke bîranînê hate çêkirin. Di bîranînê de gelek kedkarên çapemeniya azad, Însiyatîfa Rojnamevaniya Azad, Wekîla Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulşen Ozer, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter û gel amade bûn. Di bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Li ser navê Însiyatîfa Rojnamevaniya Azad Hakki Boltan axivî û diyar kir, mirov di rêça Apê Mûsa be ev tê maneya ku mirov di rêça heqîqetê de ye. Boltan, "em ê heta dawî li ser şopa wî bin."

'KUJER TEQEZ WÊ HESAB BIDIN'

Piştre wekîla Amedê Sîbel Yîgîtalp axivî û got, her cara ku Apê Mûsa behsa doza Kurd kiriye hatiye girtin lê li gel vê jî her têkoşîna xwe domandiye. Yîgîtalp diyar kir ku AKP berpirs e ku vê komkujiyê ronî bike û got, "Li ser vê mijarê gelek caran rojev çêbû. Kujer teqez hem li pêşberî gel û hem jî li pêşberî darazê wê hesab bidin. Heke ev kuştin wê demê bihata ronîkirin niha wê ev qas zext nebûne. Em ê di şexsê Apê Mûsa de têkoşînê bidomînin."

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî got, "nivîsên wî wek ku îro nîşan didin. Li ser kedkarên ciwan ên çapemeniyê û li ser nûçegihanên Ozgur Gundemê zext hê jî hene. Têne binçavkirin, têne girtin. Li cihekî ku azadiya ramanê nebe li her deverê bêdadmendî dibe. Em zarokên wî, em ê di rêça wî de bimeşin."

Piştî axaftinan beşdarên bîranînê çûne ber bi cihê ku Apê Mûsa lê hatibû kuştin. Nûçegihanan fotografên kedkarên çapemeniya azad ên ku hatibûn kuştin li erdê danîn û qerefîl li rex wêneyan danîn. 

Bername bi dirûşma 'çapemeniya azad nikare were bêdengkirin' bi dawî bû.