Apê Mûsa li cihê ku lê hate kuştin, hate bîranîn

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li taxa Seyrantepe ya Amedê, ku beriya 28 salan ji aliyê hêzên dewletê ve lê hate kuştin, hate bîranîn.

Apê Mûsa beriya 28 salan di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê rêxistina sûc a dewletê JÎTEM'ê ve li taxa Seyrantepe ya Amedê hatibû kuştin.

Anter li kolana lê hate kuştin, hate bîranîn. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney û kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî di nav de gelek kes tevlî merasîma bîranînê bûn.

Serdar Altan di dema bîranînê de axivî û diyar kir ku hezkirî û şagirtên Apê Mûsa ew bi tenê nehiştine.

Ayşe Guney jî destnîşan kir ku Apê Mûsa ne tenê ji bo çapemeniya azad û çapemeniya Kurd her wiha ji bo têkoşîna gel jî bûye nîşaneya wêrekiyê ya her kesî û rojnamevaniya jinê.

Ayşe Guney got, "Em; rojnamevanên jin li ser rêya rastiyê ya Mûsa Anter, bi pênûsa xwe, bi kadraja xwe dimeşin."

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter jî diyar kir ku pênûsa bavê wî ti carî li erdê nemaye.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku li gel mikurhatinên JÎTEM'ê ku gotibûn 'me kiriye', 28 sal in kiryar nehatiye dîtin.

Meral Daniş Beştaş got, "Hevrêyên Mûsa Anter, rojnamevanên li ser şopa wî wê paşeroja me ronî bikin."

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn cihê ku Mûsa Anter lê hate qetilkirin.