Ap û birazê bi hev re li nava refên gerîla têdikoşin

Qehreman Çîçek Botan û Agir Berxwedan gotin, piştî ku rejîma Îranê xalên wan ên endamê PJAK'ê bi dar ve kirin, wan PKK nas kirine û pejirandine.

Zilm û zordariya ku rejîmên Îran û Tirk li gelê Kurd dikin, dibe sedem ku tevlîbûna li nava refên PKK'ê zêde bibe. Ap û biraziyên tevlî nava refên PKK'ê bûn, yek ji van mînakan e.

Qehreman Çîçek Botan û Agir Berxwedan ku ap û biraziyê hev in, piştî ku xalên wan ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin tevlî nava refên PKK'ê bûn.

Agir Berxwedan ê ji Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir ku yekane rêya berxwedanê ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û dejenerekirinê, çiyayên azad e û got, "Dewleta Îranê polîtîkayên xwe yên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên li dijî dayik, ciwan û jinên Kurd roj bi roj dişidîne. Min ev dît û qebûl nekir. Li hemberî polîtîkayên zordarî û tinekirinê yên Îran û dewletên din ên li dijî Kurdan, ez tevî apê xwe Qehreman Çîçek Botan tevlî nava refên PKK'ê bûm. Li dijî zilma ku li gelê me tê kirin, ez ê heta dawiyê li ser şopa Rêber Apo û şehîdan têbikoşim."

'JIYANA GERÎLA YA HERÎ RAST E'

Agir Berxwedan ê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û lê mezin bûye, bal kişand ser propaganda reşkirinê ya dewleta Îranê ya li hemberî PKK'ê û wiha dewam kir: "Her kêliya hevalên gerîla bi hev re derbas dibe. Bi hev re kar dikin, bi hev şer dikin. Ji her alî ve piştgiriyê didin hev. Di televîzyonên dewletê yên Îranê de dihate îdîakirin ku gerîla zilmê li gel dike. Min li vê derê dît ku tiştekî bi vî rengî nîne. Berevajî van îdîayan, gel û gerîla di nava hev de piştgiriya hev dikin. Jiyana gerîla rêbaza herî rast a jiyanê ye. Vê yekê bandoreke mezin li min kir. Ez ê ji niha û pê ve jiyana partiyê hê bêhtir bipejirînim û di rêya serketinê de hê bi fedakarî têbikoşim."

'BI TEVLÎBÛNA LI NAVA PKK'Ê RE EM BI MÎSYONA ŞOREŞGERÎ RABÛN'

Ap Qehreman Çîçek Botan jî da xuyakirin ku wî û biraziyê wî bi hev re biryar dane tevlî nava refên PKK'ê bibin û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê êrîş û komkujî li gelê Kurd tên kirin. hedefa êrîşan di serî de ciwan e. Di hedefa rejîma Îranê de jî jin û ciwan hene. Nedibû ku em li pêşberî rewşê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em tevlî nava refên PKK'ê bûn û bi mîsyona şoreşgerî rabûn. Biraziyê min jî xwedî heman nêrînê bû. Me jî ya rast kir û berê xwe dan çiyayên azad, berê xwe dan nava refên gerîla."

BANGA LI CIWANÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Qehreman Çîçek Botan û Agir Berxwedan di dawiya axaftina xwe de ev bang kirin: "Êrîş û komkujiyên dewletên mêtinger li gelê me dikin, roj bi roj zêde dibin. Bi taybetî hewl didin ciwanên me bikin sîxur û bixin nava fûhûşê. Ciwanan ji nasname û çanda wan vedigirin. Divê ciwanên Kurd van polîtîkayên dewletên mêtinger bibînin. Cihê herî rast ê dîtina vê rastiyê jî çiyayên azad e. Yekane rêya pêşîgirtina li van polîtîkayan û dayina bersivê ji pêvajoyê re, tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Em ji vê derê bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin; bêyî ku dereng bimînin tevlî nava refên PKK'ê bibin têkoşînê xurt bikin."