Andok: Ka wijdan, divê wijdan rabe ser piyan

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, li ser êrîşa li dijî Şehîdgeha Garzanê bang li ciwan û tevahiya gelê Kurd kir ku rabe ser piyan û got, eger helwest li dijî vê êrîşê neyê nîşandan, wê êrîş zêdetir bibin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, êrîşa dhêzên dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Garzanê ji ANF'ê re nirxand û got, "Dewleta Tirk dijminê hebûna hemû Kurdan e."

Andok diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li Kurdistanê re gelê Kurd dike hedef û got, "Hebûna gelê Kurd weke tinebûna xwe dibîne. Di rewşa heyî de êrîşên li dijî Rêberê me didomîne. Êrîşên li dijî gelê me didomîne. Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Ji xwe Recep Tayyîp Erdogan ev yek bi rengekî vekirî anî ziman. Di pratîkê de jî ev kirin. Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê her kesî dît ku dewleta Tirk çawa li dijî Kurdan e."

Andok da xuyakirin ku polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan polîtîkaya tinekirina ji binî ve ye, polîtîkaya qirkirinê ye û got, "Ji bo bi ser bikeve, çi ji dest tê dike. Di salvegera komkujiya Roboskî de dest bi êrîşeke nû kirin. Ev êrîş li Garzanê li dijî şehîdgehê hate kirin. Di vê êrîşê de cenazeyên şehîdên azadiyê yên Kurdistanê ji gorê hatin derxistin û hê nayê zanîn bi ku ve birine. Tişta ku nayê bîra kesî, tişta ku li ti devera cîhanê nehatiye kirin, di dîroka dewleta Tirk de jî mînaka xwe nîne, dikin. Wê wextê, AKP ji nava hikumetên heta niha yên dewleta Tirk, hikumeta herî hov e li dijî gelê Kurd. Êrîşên xwe jî li ser vê bingehê di asta herî bilind de didomîne."

Andok diyar kir, wezîfeykee exlaqî û wijdanî ye ku divê helwestek li dijî van êrîşên dewleta Tirk bê nîşandan û got, her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê wijdanê xwe rake ser piyan.

Andok got, "Li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin ku cenaze ji goristanan hatiye derxistin û birine cihekî ne diyar. Ewqasî qala ol dike. Ewqasî parastina Qudsê dike, qala Mescîd-î Aksa dike. Ewqasî parastina Mekke û Medîne dike."

Andok destnîşan kir ku her mirovên xwedî wijdan divê dengê xwe li vê bilind bike û got, "Divê êdî hin hest rabin ser piyan. Gelo wê bersivek li dijî zilmê, faşîzm, zordarî û neheqiyê neyê dayin? Mirovahî li ku ye? Wijdan li ku ye? Exlaq li ku ye? Sekna mirovbûnê li ku ye? Ji ber vê yekê di serî de welatparêzên Kurd divê tevahiya mirovahî û her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' li ber faşîzmê rabin. Ev faşîzm çima ewqasî xwînxwar bû? Ji ber ku sekneke têrker li dij nehat nîşandan. Faşîzm tiştekî welê ye ku ya wê bişikîne ya jî wê bê şikandin. Di zîhniyeta faşîzmê de ev heye. Bêdengî hebe, helwest nebe, ew ê jî pozîsyona xwe xurt bibîne, bi ser de biçe û her kesî bişikîne. Weke gerîlayên azadiya Kurdistanê em jî dibêjin; 77 sulaleya te jî were nikare bi me. PKK nayê şikandin. Lewma çi pêwîst be endamên PKK'ê wê bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Andok bang li ciwan û tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî faşîzmê sekneke rast nîşan bidin û got, "Ev yek wê faşîzmê bişikîne. Madem faşîzm tenê ji zimanê şikestin û şikandinê fêhm dike, wê wextê em jî wê bişikînin."