Andok: Ev hilbijartin têkbirina faşîzmê ye

Xebat Andok, hovîtiya rejîma AKP'ê ya li Sûr, Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê, her wiha dagirkirina Efrînê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo bersivdanê firsendeke girîng e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, hilbijartinên pêşwext ên 24'ê Hezîranê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê werin kirin, ji ANF'ê re nirxand.

DI ROJEVA ERDOGAN DE QIRKIRIN, DI ROJEVA CIVAKÊ DE JÎ BERXWEDAN HEYE

Andok got, "Berxwedana hêzên demokrasiyê divê li Tirkiyê di asta herî jor de dewam bike. Li dijî politikayên Erdogan û Bahçelî yên qirkirinê, ji bo têkbirina faşîzm û dagirkeriya li Kurdistanê, divê ev hilbijartin bibe bersiva sivaka azadîxwaz. Hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava Rewşeke Awarte de tê kirin. Bi vê hilbijartinê re qirkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê ferz dikin. Polîtîkayên qirkirin û înkarê yên Erdogan û Bahçelî ji aliyê hemû gelên herêmê ve tên dîtin. Di rojeva hikumetê de qirkirin heye. Qeyran û alozî heye. Di rojeva civakê de jî berxwedan heye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku hilbijartina hatiye ferzkirin ne li gorî pîvan û exlaqê demokrasiyê ye û bi dewamî got, "Ji her demê bêhtir Erdogan dijminatiyê li Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. Ev yek di plan û hewldanên dagirkirina Kurdistanê de tê dîtin. Civaka Tirkiyeyê polîtîkayên Erdogan ên xwînmij dibîne. Erdogan û Bahçelî bi faşîzma xwe bûne bela li serê gelan. Dem hatiye ku ev pergala desthilatdar bê rûxandin."

Xebat Andok destnîşan kir ku civaka Kurd û hêzên demokrasiyê wê yekîtiya xwe xurt bikin û got, "Pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye."

GIRÎNG E DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA PÊWÎST BÊ DAYIN

Andon işaret bi hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîr, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê kir û got, "Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê desthilatdariya Erdogan baş nas kir. Bi faşîzma Tirk a mêtinger re rû bi rû hat. Di vê hilbijartinê de divê bersiv ji xerakirin û talanê re bê dayin. Ev hilbijartin ji bo gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê firsenda dîrokî ye. Gelê Kurdistanê li dijî desthilatdariya Erdogan, li dijî dagirkirina Efrînê û başûrê Kurdistanê rabû ser piyan. Girîng e di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de her kes peyama serketinê bide."

DEMOKRASIYA GELAN PAŞEROJA CIVAKÊ YE

Endamê Konseya Rêveber ya KCK' Xebat Andok bal kişand ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û çareseriya pirsgirêka Kurd. Andok diyar kir ku rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û demokratîkkirina Tirkiyeyê daxwaza sereke ya gelan e. Andok got, HDP ne tenê partiya Kurdan e, partiya hemû gelên Tirkiyeyê ye.

Xebat Andok da xuyakirin ku bi konsepta qirkirin û tecrîda girankirî re Erdogan hewl dide civakê dîl bigire û got, "Demokrasiya gelan paşeroja Tirkiyeyê ye. Eger her kes vê rastiyê bibîne wê qirkirin ji holê bê rakirin. Demokrasiya gelan wê bi ser bikeve. Eger li ser vê bingehê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de deng bê dayin, wê her kes bi qezenç bike."