Amedspor bi pankarta ‘zarok huş dibe, tu huş nebî’ derket maçê

Amedspor di hefteya 31’emîn a lîgê de dema ku derket maçê, ji bo balkişandina ser îstîsmara zayendî ya li ser zarokan pankarta ‘zarok huş dibe, tu huş nebî’ hilda.

Di hefteya Lîgê ya 31’emîn de Amedpsorê malovaniya Kastamonuspor 1966 kir. Maç li Stadyuma Amedê pêk hat. Lîstîkvanên Amedsporê ji bo balê bikişîne ser îstîsmara zayendî ya demên dawî li dijî zarokan bi pankarta ““Zarok huş bibe jî tu huş nebî” derket maçê. Alîgirên Amedsporê yên li trîbûnan jî bi dirûşmên “Bila zarok neyên kuştinê bila werin maçê” û “Destê dirêjî zarokan dibin bila bişkên” piştevanî dan lîstîkvanan.

Werzîşvanên Amedsporê û alîgirên wan deqîqeyek bêdeng man û bal kişandin ser îstîsmarkirina zayendî.