Amedî bi qîrîna dirûşman ber bi qada Newrozê ve diherikin

Amedî bi qîrîna dirûşman ber bi qada Cejna Newrozê ve diherikin. Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" diqîre.

Newroza ku dirûşma wê ya îsal "Bi agirê Newrozê em li ber xwe bidin û azad bibin", li Parka Newrozê ya li navçeya Baglar a Amedê tê pîrozkirin. Amedî bi berbanga sibehê re berê xwe dan qada Newrozê.

Ji ber ku otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin ber bi qada Newrozê ve naçin, girseya gel bi peya diçe cihê pîrozbahiyê.

Amedî bi kincên xwe yên gelêrî, tililî û dirûşman diçin qada Newrozê. Bi sedan kesên ku maskeyên bi nivîsa "Newroz pîroz be" li ber devê xwe ve kirine, piştî ku ji bendên kontrolê yên polîsan derbas dibin, li qadê govendê digerînin.

Amediyên ku dixwazin hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê çêkirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" diqîrin.

Di çarçoveya kampanya Platforma Zimanê Kurdî û Tevna Zimanê Kurdî ya ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî hatiye destpêkirin, li qada Newrozê stant hatiye danîn.

Li gel astengiya polîsan, girseya gel dikevin qadê. Ji çar aliyên bajêr mirov herikîne qadê.