Amedî: Bi coş û bi hêvî ne

Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê û şûnde, welatiyên Amedê herikîn pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar û bi hev re necamên hilbijartinê şopandin.

Welatiyên ku herikîn pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajar li vir encamên hilbijartinê şopandin. Keyfxweşî û coşa Amediyan ber bi çav hate dîtin, diyar kirin ku bi hêvîne ku HDP û Selahattîn Demîrtaş ji hilbijartinê bi serketî derbikevin.

Îkram Yildiz anî ziman ku HDP wê bendê derbas bike û 100 parlemeterî bidest bixe û got: “Her demê me piştgirî da partiya xwe. Li Pasûrê cerdevanan zext li welatiyan dikir. Rê nedida ku gel dengê xwe bikar bîne. Vîn û dengê me hêviya me ye.”

Mehmet Acar ê anî ziman ku bi hêvî û kelecanî ne got: “Divê herî kêm 100 parlemeter em bi dest bixin û bişînim meclîsê. Wekîlên me yên ku biçin meclîsê di qirika zilmê re bigirin û hesab ji wan bixwazin. Ciwan ji bo me nehiştin, kuştin, avêtin zindanan. Êdî bila dîktatorî bi dawî bibe.”

Îhsan Kûzû jî bi kelecanî axivî û got bi teqez wê HDP bi ser keve. Kûzû ev tişt got: “Dixwazim HDP ser bikeve. Daxwaz dikim ku bi lezgîn Demîrtaş ji girtîgehê bê azadkirin. Daxwaza serketina gelê me dikim.”