Amedê peyama xwe da: Ji rejîma yek-zilamî re NA

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di civîna gel a Amedê de axivî û got, "16’ê Nîsanê em ê ji AKP’ê re bibêjin, oxir be!"

Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û pêkhateyên wê ji bo kampanyaya ‘na’ li Amed, Îzmîr û Stenbolê start da. Civînên gel bi coşdariyekê berdewam dikin.

Piştî ku wekîlên HDP’ê Ahmet Yildirim, Nadir Yilidirim, Ziya Pîr, Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp, Nîmetullah Erdogmuş, Altan Tan, Mahmûr Togrul, Alîcan Onlu û Îmam Taşçîer hatin hêwanê bi lîlandinan kelecaniya li hêwanê giha asta dawî. Di civîna Amedê de di serî de civînên Stenbol û Izmîrê gelên Rojava û Ewropayê hatin slavkirin.

Di civîna gel de hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û siyasetmedarên girtî bi çepikan û lîlandinan hatin slavkirin.

‘JI REJÎMA YEK-ZILAMÎ RE NA’

Di berdewamiya bernameyê de sînevizyonek ji axaftin û wêneyên Demîrtaş û Yuksekdag hate nîşandan ku ji civînên komên ên meclîsê, ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê hatibûn berhevkirin. Piştre li hêwanê dengê dirûşma ‘’ji rejîma yek-zilamî re Na’ berz bû û jinan alayên kesk-sor-zer rakirin. Wekîlê HDP’ê yê Enqerê Sirri Sureyya Onder di civîna Izmîrê de axivî. Di dema axaftina Onder de dirûşmên ‘bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Piştî Onder Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got ew ji rojên dîrokî derbas dibin û wiha domand: ‘’Îro diviya niha li vir em bi hevalanê xwe yên girtî re bûna. Dewleta faşîst ew desteser kirin. Bi rengekî fizîkî ne di nav me de jî bin, bi rih di nav me de ne, em bi armancê re bi hev re ne’’

Piştî ku Guven navê hevserokên giştî yên HDP’ê û wekîlên girtî xwend beşdarên li hêwanên gotin, ‘’Va li vir in’’

Guven wiha axivî: 

‘BIHAR Wê JI BO GELAN AZADIYÊ BÎNE’

‘’Meha Adarê ji bo Kurdan meheke girîng e. Em 8’ê Adarê û 21’ê Adarê  bi bîr tînin û Sema Yuce û hevrêyên wan slav dikin. Çawa ku li dijî zilma Deheq têkoşîn hate dayin e mê jî vê têkoşîna xwe bidomînin. Heta niha weke Kawa me zilm qebûl nekir û ji niha û pê de jî em ê qebûl nekin. An jiyana azad an jî jiyana azad. Divê li dijî zilmê em serî rakin û xebatên xwe xurt bikin. Ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyê bihar wê bihara azadiyê be. Çawa ku nêrgizan bi xwe re tîne bihar wê azadiyê jî bîne.

Em ji dilê Kurdistanê ji Amedê Izmîrê û Stenbolê slav dikin. Em dixwazin bang li gelê xwe bikin. Em ne mecbûrî polîtîkayên AKP’ê ne. Pêkan e ku em AKP’ê ya ku ev 15 sal in bûye bela serê gelan bişînin. Tecrûbeya me ya 7’ê Hezîranê heye. Em bi nîqaşên bendên hilbijartinê re hevrû bûn. Me gelan dest da hev û me ew bend rûxandin. Me ev bi hev re pêk anî. Di vê hilbijartina referandûmê de şertên ‘na’yeke xurt pêkan e.

‘PIRSA KURD ÇI SEROKWEZÎR, ÇI WEZÎR DÎTİN..’

AKP bi polîtîkayên xwe yên hundir û derve ne di wî derdî de ye ku vî welatî mezin bike, bi wê mantiqê tevdigere ku dibêje, bila biçûk be yan min be û bi vî rengî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Ji bo vê jî 16’ê Nîsanê girîng e. Di 16’ê Nîsanê de wê têk biçin. Di polîtîkaya derve de Tirkiye cihê ku lê ye heq nake. Gelek arîşeyên Tirkiyê hene lê girîng pirsa Kurdan e. AKP civak awiqand, her tiş manîpule kir, plana têkşikandinê sazkar kir. Wezîrê Karê Navxweyî Soylu anîn ser vî karî. Pirsa Kurd çi serokwezîr, çi wezîr dîtin. Heta niha pirsa Kurd çareser nebû. Çareseriya pirsa Kurd wê bi ciwan û jinan pêk were.

‘BI FERSENDA 16’Ê NÎSANÊ EM DIKARIN DAWÎ LI AKP’Ê BÎNIN’

Pirseke din a girîng a Tirkiyê pirsa jinê ye. Di dema AKP’ê de sedî 1400 zêde bû. Serê xwe ji cilên jinan jî êşandin. Pirsa jinê anîn rewşeke wiha ku mirov nema dikare ji nav derkeve. Em weke jinan dibêjin 16’ê Nîsanê fersend heye û em dikarin dawî li vê arîşeya AKP’e ya xwedî hişmendiyeke yekparêz e bînin. Jin li hemû qadên jiyanê hene û ji niha û pê de jî wê hebin. 16’ê Nîsanê em ê ji AKP’ê re bibêjin oxir be.’’

‘AKP’Ê GOTINA XWE BI CIH NEANÎ’

Di mijara bêkarbûnê de rim di têran hilnaye.  Bi BHQ’yan akademîsyen, xebatkarên tendirûstiyê û kedakar ji kar hatin kirin. AKP 15 salan bi polîtîaya mexdûrbûnê li desthilatdariyê ma. 16’ê Nîsanê jî mexdûrên rastîn wê dakevin qadê û ji AKP’ê hesab bipirsin. Ji bo rengên cihê yên li welêt AKP’ê soz da ku hurmetê nîşan bide. Lê ti pêşîlêvekirin neçû sêrî. Bi vê hişmendiyê çareserî çênabe. Îro di serî de Elewî hemû bawerî wê 16’ê Nîsanê hesab ji AKP’ê bipirsin.

‘JI BO OCALAN KU JIN JI NÛ VE VEJANDINA EM Ê BIBÊJIN, NA’

Bi dehan sebebên jinên Kurd hene ku bibêjin, na. Ji bo ku em tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bişkînin ku jina 7 qatan xistibûn bin erdê derxistiye û vejandiye em ê bibêjin Na. Ji bo Cemîle ya ku li Cizîrê di qeşadankê de bedena wê ya bêrih hate veşartin, ji bo Dayika Taybet, ji bo bebika Mîray û Hacî Lokman Bîrlîk em ê bibêjin Na.

‘LI KURDISTANÊ BOYKOT NÎN E, EM Ê BIÇIN SER SENDOQÊ’

Divê li Kurdistanê kesek guhê xwe nede gotinên boykot û neçûna ser sendoqê. Beriya her kesî gelê Kurdistanê wê biçe ser sendoqê. Bila kesek şîrove neke bê ka Kurd wê çawa biçin ser sendoqê. Li Kurdistanê boykot nîn e, em ê biçine ser sendoqê. Kurd wê bibêjin, na.

Piştî axaftina Guven mafê axaftinê dane Stenbolê.