Amed wê di 20’ê Hezîranê de bersiva pêwist bide!

HDP wê di 20’ê Hezîranê de li Amedê mîtîngeke bi heybet li dar bixe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê (Qada 5’ê Hezîranê) ew ê di 20’ê Hezîranê de mîtîngekê li dar bixe.

Xebatên ji bo mîtîngê didomin, li aliyê din endamên HDP serdana partiyan dikin û banga beşdarbûna mîtîngê li gel dike.

Tê payîn ku mîtîng bi heybet derbas bibe û wê Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî beşdarî mîtîngê bibin.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî ev bang kir; “20’ê Hezîran wê mifteya vekirina 24’ê Hezîranê be. Werin ji bo em wê kilîlê vekin di 20’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê bicivin”.