Amed wê destekê bide meşa Pirsûsê

Komîsyona Edaletê ya ji bo Gulistan Doku, ragihand ku wê destekê bidin meşa ku wê li dijî Qetlîama Pirsûsê li Enqerê bê lidarxistin.

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulîstan Dokû ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) de, têkildarî meşa ku Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi daxwaza edaletê ya ber bi Enqereyê ve di salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû li Parka Xezalê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Gulistan Dokû edalet, ji bo her kesê edalet” hat vekirin û dowîzên “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesê edalet”, “Ji bo Denîz Poyraz edalet ji bo her kesê edalet” û “Ji bo Roboskê edalet ji bo her kesê edalet” hatin rakirin.   

Di daxuyaniyê de endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulîstan Dokû Ayşe Esmer diyar kir ku ji bo hevalên xwe yên beriya 6 salan di 20’ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hatin qetilkirin û di serî de Gulistan Dokû, Îpek Er, Yeldana Kaharman ên li bajarên herêmê ji aliyê polîs û eskeran hatin windakirin ji bo gelek jinan têkoşîna edaletê didin.

Esmer bi lêv kir ku dengê ji bo Gulistan Dokû ya 551 roj in hatiye windakirin mezin dikin bi têkoşîna edaletê ji bo Komkujiya Malbata Şenyaşar, Roboskî, Amed, Pirsûs û Enqereyê jî mezin dikin û wiha got: “Em dizanin ku aştî û azadî wê bi ronîkirina kiryarên nediyar, windayan û darizandina berpirsyaran wê derkeve holê. Wê ronîkirina van komkujiyan jî ne li eywanên dadgehê wê bi mezinkirina têkoşîna li kolanan pêk were. Ji ber vê yekê em hêza xwe ji kesên îro li bajarên cuda, li kolanan, li eywanên dadgehê, li pêş avahiyên edliyeyê têkoşîna edaletê didin digirin. Em weke Komîsyonên Edaletê yên ji bo Gulistan Dokû ber bi hevdîtina edaletê ya Enqereyê ve dikevin rê. Em dengê xwe bi hemû beşê ku daxwaza edaletê dikin re dikin yek.”

Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî da zanîn ku piştî Komkujiya Pirsûsê li welat komkujiyan berdewam kir û kesên hatin qetilkirin hemû jî ew kes bûn ên daxwazên wan ên aştî, azadî û demokrasiyê hebûn.

Guzel destnîşan kir ku ligel komkujiyan jî tu caran dest ji têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bernedan û wiha got: “Em ê xeyalên 33 rêwiyên hêviyê nîvî nehêlin. Kesên ku ew qetilkirin, ew in yên hembêza xwe ji DAÎŞ’ê re vekirin, xwestin Kobanê bikeve û Doza Kobanê vekirine ne. Em ê li dijî komkujiyan û bê edaletiyan têkoşîna xwe bidomînin. Hûn çiqas qetil bikin, bikujin, bigirin jî em ê dest ji daxwazên xwe yên mafdar bernedin.”