Amed wê derseke mezin bide AKP'ê

HDP'ê çend roj berî dengdana 24'ê Hezîranê kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê xurtir kir. HDP'iyên ku li Amedê serdana her derê dikin, li bajêr dibin sedema coş û kelecanê.

Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên Serokkomarî û Parlamenteriyê tenê 3 roj man. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kampanya xwe ya hilbijartinê roj bi roj xurtir dike. HDP li Amedê li kolan û gundan digere.

BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN

12 namzetên HDP'ê yên Amedê her roja saet 9'an li rêxistina HDP'ê ya Amedê li hev dicivin. Rêveber û xebatkarên partiyê jî heman saetê li rêxistina HDP'ê ya Amedê dicivin û ji bo serdan û çalakiyên ku plana wan hatiye kirin dikevin nava liv û tevgerê. Karê ji bo hilbijartinê heta saet 23'an li navend û navçeyan tê kirin. Namzet û xebatkarên HDP'ê diçin gund û taxên navçeyan û serdana welatiyan dikin.

XEML Û RENGÊ HDP'Ê LI HER DERÊ YE

Li çar aliyên bajêr al, pankart û afîşên HDP'ê, wêneyên namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û namzetên parlamenteriyê yên Amedê hene. Lewma li her devera bajêr xeml û rengê HDP'ê heye.

HDP'ê li zêdeyî 50 deverên Amedê buroyên hilbijartinê vekiriye. Tevî buroyên li gundan hatine vekirin ev hejmar dibe du qat. Li buroyên hilbijartinê yek ji mijarên ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin, ewlekariya hilbijartinê ye.

JIN Û CIWAN

Li Amedê her buroya jinê dagirtî ye. Hema bêjin her roj li van buroyan çalakî û platformên nîqaşê hene.

Di kampanya hilbijartinê ya HDP'ê de bandoreke zêde ya ciwanan heye. Ji ciwanên li taxan heta yên li zanîngehan, ciwan bi daxwazeke mezin dixebitin.

12 HEZAR Û 500 XEBATKAR

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci li ser karê xwe ji me re axivî û diyar kir ku 21'ê Hezîranê wê hilbijartineke krîtîk were kirin û dikare çarenûsa Tirkiyeyê biguherîne.

Camci diyar kir ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû welatiyan, plansaziya xwe li ser vê bingehê dikin û got, "Rêjeya welatiyên ku heta niha me xwe negihandine 4-5 ji sedî ye. Ji xwe me hin mirov du-sê caran ziyaret kirine. Gundên ku em neçûne serdana wan nemane. Li navçeyên derve jî mirovên me seferber bûne. Bi 12 hezar û 500 kesî li Amedê karekî çalak tê kirin."

SINDOQA KU TE DENGÊ XWE LÊ DAYE, BIPARÊZE

Camci destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê di navbera tifaqa şer a AKP-MHP'ê û tifaqa HDP'ê ya bloka demokrasiyê de derbas bibe û wiha dewam kir: "Em dixwazin were zanîn ku rola tifaqa aştiyê, bloka demokrasiyê HDP di vê mijarê de stratejîk û gelekî girîng e. Em li bendê ne ku her welatiyeke/î me bi vê bîr û baweriyê tevbigere û xwedî li dengê xwe derkeve. Bila kes 24'ê Hezîranê nebêje, 'ji xwe min dengê xwe daye, êdî dikarim li ber televîzyonê encamên hilbijartinê bişopînim'. Divê her kes wê rojê sindoqa ku dengê xwe lê daye bişopîne. Hêvî û bendewariya me ji gelê me ev e."

WÊ DERSEKE MEZIN BÊ DAYIN

Camci da xuyakirin ku gelê Amedê li dijî tifaqa AKP-MHP'ê gelekî bi hêrs e û got, "Nerazîbûneke welê heye ku naxwaze wekîlekî bi tenê jî bi destê wan ve berde. Dibêjin ku wê AKP'ê li gelemperiya bajêr di bin rêjeya 10 ji sedî de bihêlin. Bendewariyeke welê heye ku Amed ji AKP'ê bê paqijkirin. Gelek mirov şikandin û zilm kirin. Ev zilm veguheriye hêrseke mezin. Em dibêjin; bi berpirsyariyeke mezin divê em vê hêrsa xwe bi dayina dengan nîşan bidin. Mirovên me wê derseke mezin bidin AKP'ê."

HDP LI HERÊMÊ PARTIYA YEKANE YE

HDP ku li navçeya Yenîşehîrê bi tempoyeke xurt dixebite, hewl dide xwe bigihîne hemû beşên civakê. Yek ji endamên koordînasyona hilbijartinê ya navçeyê Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû ye ku qeyûm li şûna wî hate bicihkirin. Kûrbanoglû bi bîr xist ku herî dawî di referandûmê de li Yenîşehîrê bi rêjeya 68,5 ji sedî dengê 'NA' derketibû. Xwedî taybetmendiyeke kozmopolît e, lê yek ji navçeyên me ku em lê gelekî xurt in. Dikarim bi zelalî bêjim, niha yekane partiya ku li herêmê dixebite em in."

ASTENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Kûrbanoglû anî ziman ku ew her roj bi namzetên parlamenteriyê re dixebitin û wiha dewam kir: "Divê ev yek bê zanîn; em di hilbijartineke krîtîk de ne. Ev yek ji bo tevahiya Tirkiyeyê derbas dibe. Li dijî me hêzeke awarte heye û em di nava rewşeke awarte de ne. Tevî vê yekê jî eger li cihekî gel hêza xwe nîşan dabe, zext û zordariya Rewşa Awarte nikare li ber bibe asteng."

Kûrbanoglû destnîşan kir ku gelê Amedê baş zane bê dengê xwe bide kê û got, "Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê HDP nebe nabe. Gelê Amedê baş bi vê zane. Em ê daxwaza aştî û demokrasiyê roja 24'ê Hezîranê bi hev re bibînin."