Amadekariyên meşa dirêj a ji bo Zînî Wertê didomin

Ji bo bidawîkirina aloziya li Zînî Wertê, wê sibe li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê saet di 10.00 de bi pêşengtiya Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê meşeke dirêj were lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê didomin.

PDK di 13’ê Nîsanê de bi desteka balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker peşmergeyên xwe û çekên giran bir herêma Zînî Wertê.

Di 14’ê Nîsanê de dema gerîlayên HPG’ê ji hevdîtina bi peşmergeyên PDK’ê vedigeriyan, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker êrîş kir û di encamê de 3 gerîlla şehid bûn.

Piştre derket holê ku agahiyên derbarê cihê gerîlayan ji aliyê peşmergeyên PDK ji dewleta Tirk a dagirker re hatibû gotin. Û diyar bû ku PDK di çarçoveya planên dagirkeriyê yê dewleta Tirk a dagirker de hêzên xwe şandiye heremê.

Zînî Wertê ji alî stratejîk ve giringiya xwe pir e, ji ber ku dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê. Weke herêmeke tampon tê dîtin.

Li ser vî esasî gelê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar, rojnamavan, pêşmergeyên dêrîn, dayikên laçik spî, jin, ciwan û hwd. li ber vê hewldana PDK’ê ya li Zînî Wertê derketin û li gelek deweran çalakî kirin.

Gelê herêma Zînî Wertê û derdorên wê jî bi daxuyaniyekê dan diyarkirin ku ew PDK’ê li herêma xwe naxwazin û ji xwe herêm, heremekî ewle ye û pêwîstî bi hatina pêşmerge jî nîn e.

Lê PDK’ê hê jî ji herêmê venekişiya ye. Piştî ku PDK’ê pêşmergeyên xwe li gundên derdora Zînî Wertê bi cih kiriye, tevgera sîxûrên MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker li herêmê destpêkiriye.

Di vê çarçoveyê de ji bo aloziya bi hewldana PDK'ê dest pê kir bi dawî bibe, Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê îlan kiribû ku wê di 16’ê vê mehê de yanî sibe bi diruşmeya “Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin” ji Ranya heta Zînî Wertê meşekî dirêj wê lidar bixe.

Meş wê sibe saet 10:00’an li ber Zanîngeha Ranya’yê destpê bike.

Li gorî agahiyan ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê wê ciwan tevlî meşê bibin.

Gelek saziyên sîvîl, siyasetmedar, rêxistinên ciwanan, komeleyên xwendekaran, partî, kesayetên serbixwe û hunermend piştgiriyê didin meşê.

Însiyatîf, wê bi awayekî sembolîk bi hejmarekî kêm dest bi meşê bike û piştre ji bo beşdarbûna her kesî bangewazî bike.

Wê di meşê de tenê alên Kurdistanê were rakirin. wê meşvan tîşortên spî ku sembola Serkeftinê û nivîsa “Êdî Bes e” li ser hatiye xêzkirin li xwe bikin.

Amadekariyên meşê hê jî didome.