Amadekariyên 'Festîvala Şehîd Genco Hesekê' temam bûn

Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê di Festîvala Şehîd Genco de, ku ev sala duyemîn e tê kirin, têne cem hev.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê di Festîvala Şehîd Genco Hesekê de, ku ev sala duyemîn e tê kirin, wê werin cem hev. Festîval ji hêla Tevgera Gencanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan ên Welatparêz ve tê kirin. Festîval 29’ê Îlonê wê li navçeya Dukanê ya Silêmanî pêk were.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Hawrê Ferîdûn derbarê festîvalê got, "Ji bo festîvalê li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê me haziriyên xwe kirin. Festîvala me ya çendî ye. Wê muzîk, folklor, şand û bernameyên dî yên cihê hebin."

Ferîdûn bi domdarî got, "Em bang li hemû ciwanan dikin ku werin festîalê. Em bi vê festîvalê careke dî diyar bikin ku dengê me, gotina me yek e û em ê serê xwe ji gef û êrîşên wan re netewînin."

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ev du sal in ji bo Genco Hesekê festîvalê çêdikin. Genco Hesekê şervanekî YPG’ê bû. 14'ê Tebaxa 2014'an, li wê korîdora ku li herêma Sînûnê ya Şengalê dema ku bi mebesta ku pêşî li komkujiyan Êzîdiyan bigirin, hewl didan korîdorê vekin, li gel  5 hevalên xwe şehîd bû.