Altan: Rojnamegerî li Tirkiyeyê weke sûc tê dîtin

Hevserokê DFG’ê Altan anî ziman li Tirkiye rojnamevanî weke sûc tê dîtin û got:“Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê bi xwe ve girê bide. Ji bo ku nikare vê pêk bîne zilim û zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevanan roj bi roj zêde dibin. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, zext û zordariya li ser rojnamevanan û rewşa çapemeniya navendî ya Tirkiyeyê nirxand.

‘JI BO KU ÇAPEMENIYA AZAD RASTIYAN PARVE DIKE TIMÎ DIBE HEDEF’

Altan anî ziman ku ji bo civak bê bandor bê hiştin û ji bo rastî ji civakê bê veşartin, li Tirkiyeyê rewşek taybet û balkêş heye. Altan destnîşan kir ku hikûmet bi rê û rêbazên cuda timî dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike û wiha axivî: “Li welatên ku dîkdatorî serwere di destpêkê de dixwazin guh û dengê civakê bibirin, ev ji çapemeniya azad e. Hikûmeta AKP-MHP’ê di 20 salî ya desthilatdariya xwe de û bi taybetî jî di van salên dawî de ji bo ku çapmeniyê bê bandor bike, ji bo ku nûçe negihêje raya giştî û gel ji rastiyan bê par bimîne, timî di nava hewldan û tevgerê de ne. Di salên dawî de ev hîn xortir derket holê û êdî nahêlin ku ti dengek cuda derkeve. Bi taybetî piştî çapemeniya Tirkiyeyê bêdeng kirin û ji holê rakirin, niha jî dest avêtine medyaya dijîtal. Li welat nîştecihên ku dixwazin agahiya di medyaya dijîtal de pareve bikin jî rastî zextan tên û tê xwestin ku medyaya dijîtal jî bê bandor bikin. Divê der barê de qanûnên nû derxistin, ji bo ku vê qadê bi giştî kontrol bikin tişa ji destê wan hat kirin. Ligel van zext û pêkûtiyan jî çapemeniyek ku hikûmet nikare kontrol bike heye ew jî çapemeniya azad e. Ji ber ku çapemeniya azad cihê xwe ligel hikûmetê nagre û timî rastiyê parve dike, ev jî hikûmetê aciz dike û dibe hedefa hikûmetê.”

‘LI VÎ WELATÎ ROJNAMEGERÎ SÛC TÊ DÎTIN’

Altûn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê weke sûc tê dîtin û wiha dom kir: “Hikûmet dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê jî bi xwe ve girê bide. Ji bo ku nikare vê pêk bîne zilim û zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin. Viya em di qadê de dibînin, dema bûyerêk çêdibe û rojnamevan dixwazin bûyerê bişopînin rastî tundiya polîsan tê. Rojnameger têne derbkirin, destgîrkirin, kamere û wênekêşê wan tên desteserkirin û bi her awayî têne astengkirin. Ji bo ku rojnameger nekarin karê xwe bikin, hikûmetê giştî nameyek derxistiye û bi giştî nameyê jî kesên ku dixwazin li kûçeyan çalakiyan bikin û rojnamegerên bixwazin wan bişopînin pêşiya wan dibe asteng. Ji vê zêdetir jî êrîşan dibin li ser rojnamegeran û îşkenceyê li wan dikin. Di van rojên dawî de ev tundiya dewletê bêhtir xwe da der, di 20 Tîrmehê de di bîranîna komkujiya Pirsûsê de rojnameger rastî vê êrîşê hatin dîsan di 31’ê Tîrmehê de di çalakiyên nerazîbûnên li dijî êrîşên nîjadperestî yên li dijî Kurdan pêk tê de, rojnamegerên dişopandin rastî tundiya dewletê û binçavkirinê hatin. Her wiha rojnameger rastî êrîşên nîjadperestan bi xwe jî hatin. Mirov dikare bibêje li her qadê êrîş li ser rojnamegeran heye, dema ku em li raporên komeleya xwe jî dinêrin ev yek bi awayek vekîrî tê xuyakirin. Her meh dehan bûyerên bi vî rengî heye û pêktên. Li aliyê din dîsan bi cezakirin û dozvekirina li ser rojnamegeran jî gef li rojnamegeran tê xwarin. Bi awayek sîstematîk dixwazin rojnamegeran bê bandor bikin.”

‘LI ROJNAMEVANAN SIXURTIYÊ DIXWAZIN BIDIN KIRIN’

Altan diyar kir ku di van demên dawî de êrîşên li ser rojnamegeran derketiye asta herî jor û got: “Li Enqere û Amedê kesên sivîl û xwe weke polîs didan naskirin ji bo du hevalên me yên jin sixurî pêşniyarkirin. Li kûçeyan rojnamegeran didin rawestan û wan li wesayîtên xwe siwar dikin û dixwazin bikin sixur. Ev destgîrkirineke ne fermî ye û ji xwe ev yek nakeve fermiyetê. Ev kesên nasnameya we nediyarin em dizanin polîsin û endamên MÎT’ê ne. Ji xwe ew jî xwe didin naskirin û dibêjin em polîsîn û xebatkarên MÎT’ê ne, pêwîstî bi veşartinê nakin û bi awayek vekirî vê yekê dikin. Ji ber ku nastirsin û ev yek ji xwe re kirine weke karekê. Ji ber ku ji hiqûqê û qanûnê darizandinê natirsin. Ev tişta ku dewlet dike ji derveyî qanûnî û exlaqiye. Em weke komele vê nêzîkatiya dewletê şermezar dikin û em dibêjin destê xwe ji çapemeniyê bikêşin. Çi dibe bila bibe çapemeniya azad ji rastiyê tawîzê nade û em ê timî rastiyê ji civakê re serwîs bikin.”