Aloziya navbera PDK û YNK'ê mezin dibe

Aloziya navbera PDK û YNK'ê mezin dibe. Nehiştin ku rêveberê YNK'ê Mahmûd Sengawî bikeve nava Hewlêrê. Li dijî avahiya PDK'ê jî êrîşeke çekdarî pêk hat.

Nakokiyên navbera PDK û YNK'ê her carê bi rengekî cuda xwe nîşan didin. Yek ji rêveberên YNK'ê mahmûd Sengawî doh xwest ku biçe Hewlêrê, lê belê asayîşa PDK'ê nehişt ku Sengawî bikeve nava bajêr.

Vê yekê YNK gelekî aciz kir. Ji rêveberên YNK'ê Pawel Talabanî, Lahor Şêx Cengî Talabanî, endamên Komîteya Navendî ya YNK'ê, rûspiyên eşîrên Çîmen Çemçemal, Germiyanê nerazîbûna xwe ya ji ber astengkirina serdana Sengawî eşkere kirin.

Alîkarê Yekemîn ê Sekreterê YNK'ê Kosret Alî Resûl jî nameyek ji Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re nivîsî ku tê de nerazîbûna li dijî vê rewşê vegot.

LI DIJÎ AVAHIYA PDK'Ê YA BAJÊR ÊRÎŞA ÇEKDARÎ HATE KIRIN

Piştî ku aloziya ji ber vê bûyerê di navbera YNK û PDK'ê rû da êvarê li dijî Serokatiya PDK'ê ya li Bajarê Silêmaniyeyê êrîşeke çekdarî hate kirin. Piştî ku pêşmergeyên li ber avahiya PDK'ê bûn bersiv dan demeke kurt şer qewimî. Heta serê sibehê li hin deverên Silêmaniyeyê dengê çekan dihate bihîstin.

PDK: BERPIRSYAR YNK YE

PDK'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û YNK ji êrîşê berpirsyar nîşan da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku asayîşa YNK'ê ji serokatiya wan a bajêr berpirsyar e û YNK weke berpirsyarê êrîşê hate nîşandan. PDK'ê her wiha gef xwar ku eger tiştek bi serê wezîfedarên wan ên li serokatiya bajêr bê wê Hewlêr bersivekê bide.

YNK: EM LÊKOLÎN DIKIN

YNK'ê jî diyar kir ku ji wesayitekê fîşek hatiye berdan û ji bo tespîtkirina wesayitê û yên di wesayitê de karên wan didomin.