Alkan: Berxwedana zindanê ji bo me referans e

Ji Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan got, "Berxwedana zindana Amedê ji bo me referans û mîrate ye. Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê Kurdên vê demê afirand. Têkoşîneke mezin li ser vê mîrateyê ava bû."

Endamê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan ku yek ji şahidên rojên zindana Amedê yên 12'ê Îlonê ye, têkildarî tarîtiya 12'ê Îlonê û wateya 14'ê Tîrmehê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji ANF'ê re axivî. Alkan destnîşan kir ku piştî çalakiya Mazlûm Dogan a li dijî teslîmiyetê, li zindanê ruhekî mezin ê berxwedanê derkerte holê. Alkan ragihand, Çaran jî bi hêza ji çalakiya Mazlûm Dogan wergirtî bedena xwe dan ber agir û anî ziman, ku 14'ê Tîrmehê jî asta herî bilind a van herdu çalakiyan bû.

Alkan ragihand ku 14'ê Tîrmehê di nava şert û mercên teslîmiyetê de birêxistinkirina berxwedanê bû û got, "14'ê Tîrmehê tê wateya têkbirina plana darbeya 12'ê Îlonê. Armanc ji avakirina Girtîgeha bi Hejmara 5'an ew bû ku siyaseta Kurdan li wir binax bikin. Dixwestin her kesî li wê derê bikin Tirk. Hewl didan welê li girtiyan bikin ku xwe ji bîr bikin. Hevalên ku di 14'ê Tîrmehê de ketin rojiya mirinê, gora ku sîstemê dixwest me hemûyan têxê, berevajî kirin."

HATE RAGIHANDIN KU JI MIRINÊ NATIRSIN

Alkan destnîşan kir, sîstema ku hewl dida Kurdan bixe gorê bi berxwedana 14'ê Tîrmehê re têk çû û wiha dewam kir, "Di nava şert û mercên welê de ku teslîmiyet dihate ferzkirin, berxwedan hate birêxistinkirin. 14'ê Tîrmehê ji bo Kurdan mîrateyek afirand ku êdî veger jê nabe. Dibe ku destpêkê me pê nizanî bû ku ya li ser me tê ferzkirin çi ye, lê belê Mazlûman, Çaran û Kemalan ev yek fêhm kirin û dest lê werdan. Eger bi mirinê gef li me dihate xwarin hingî me ragihand ku ji mirinê natirsin. Lewma bi dîtina min 14'ê Tîrmehê asta herî bilind a berxwedana li zindanê ye."

BI ZIMANÊ MEXDÛRIYETÊ NAYÊ VEGOTIN

Alkan anî ziman ku kar û birêxistinkirina berxwedanê bi giranî li koxûşa 35'an hate kirin û qala wan rojan kir: "Li wê koxûşê Mazlûm, Kemal, Hayrî, Akîf û kadroyên din ên payebilind hebûn. Bi pêşengiya li vê koxûşê re seknek li dijî zilmê hate nîşandan. Her kes dema qala zindana Amedê dike bi zimanekî mexdûriyetê diaxive, lê belê qala hebûna berxwedanê, qala sekna girtiyan a rabûna li ber kiryarên li wê derê nakin. Dema qala wê derê tê kirin divê mirov fikrê sekna dijber jî hinekî fêhm bike. Nuqteya herî girîng a vê seknê bi vî rengî bû, 'Hûn çi bixwazin dikarin bînin serê me, lê belê hûn ti carî nikarin mejî û fikrê me bi dest bixin'. Ruhê berxwedanê yê li dijî kiryaran hate birêxistinkirin bi vî rengî ava bû."

YA WAN, ÇANDA FEDAKARIYÊ YE

Alkan işaret bi bandora ruhê 14'ê Tîrmehê kir û got, "Yên ku îro li Rojava têdikoşin eger dibêjin ew bi ruhê 14'ê tîrmehê li ber xwe didin, ev yek çanda fedakariyê ya Kemalan, Hayriyan, Mazlûman û Çaran e. Rêbazeke çalakiyê ya hêsan nebû. Mînak rojiya mirinê ya hevalê Alî Çîçek 67 rojan dewam kir. Di vê rêbaza çalakiyê de tu her roj mejiyê xwe li ser berxwedan û serketinê kûr dike. Her roj tu parçeyekî ji canê xwe dide. Lewma berxwedana zindana Amedê ji bo me referans û mîrate ye. Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê Kurdên vê serdemê afirand. Têkoşîneke mezin li ser vê mîrateyê ava bû."

BERXWEDANÊ HEMÛ RÊXISTIN GIHAND HEV

Alkan destnîşan kir ku zindana li Amedê di heman demê de bû ew cih ku yekîtiya Kurdan lê ava bû û got, "Ruhê berxwedanê yê li wê derê rêxistin hemû nêzî hev kir. Ruhê fedakariyê yê li wê derê kurdên vê demê afirandiye. Ji ber vê yekê divê her kes peyama li wê derê hate dayin baş fêhm bike. Li gorî wê tevbigere û têkoşînê geş bike. Li wê derê tenê di rojiya mirinê û çalakiyên din de 11-12 hevalên me şehîd bûn. Ev ne tiştekî hêsan e. Divê Kurd vê yekê hîn baştir fêhm bike."