Alîkariya ji bo erdhejzedeyan tê astengkirin

9 roj ji ser erdheja li Wanê derbas bû lê hê jî alîkarî negihiştine gundan. Erdhejzedeyan gotin ku “Konên havînan li me belav kirin.” Parlementerê AKP’ê jî gef li gundiyan xwar.

Li Xoya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya û ji ber vê erdhejê li Elbaka Wanê jî 10 kes miribûn. 9 roj ji ser vê erdhejê derbas bû. Erdhejzedeyan jin û zarokên xwe şandin navenda Wanê û li gundan jî hindik kes dimînin. Li gundan erdhejzedeyan mexdûr in û dixwazin ku alîkarî bi wan were kirin. Ji ber ku gundiyan nerazîbûn nîşanî walî û jendirmeyan da, parlementerê AKP’ê Wanê Abdulhalat Arvas got, “Em ê lêxin û herin. Hûn ê jî di vî halê xwe de bimînin.”

KONÊN JI BO HAVÎNÊ BELAV KIRIN!

Li gundên Ozpinar û Gelenlerê rojê bi tenê carekê xwarin tê belavkirin û konên ji bo havînê dane gel. Erdhejzede Fatîh Acar diyar kir ku ev kon li hemberî sar û sermayê gelekî qels e. Acar bal kişand ser vî tiştî, ji ber ku rojê bi tenê carekê xwarin tê belavkirin wî hevjîn û zarokê xwe şandiye Wanê.

Erdhejzede Raîf Demîrîz jî diyar kir ku heywanên wî telef bûne û xisara wî gelek e. Demîrîz bal kişand ser vî tiştî ku konê hatine belavkirin bi kêrî wan nayê û xwest ku alîkariyên tên kirin, bila neyên astengkirin.

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî diyar kir ku alîkariyên ew dişîne tên astengkirin û bal kişand ser vî tiştî ku pênc roj in divê pêdiviyên lezgîn werin bicihanîn lê ev tişt hê jî nehatiye kirin.