Alîkariya HDP’ê ya ji bo gundê di karantînayê de hate astengkirin

Gundê Siyavan ê di karantînayê de ye heta niha ti alîkariyeke ya xurek ji bo wan nehatiye dayîn. Derket holê ku alîkariya HDP’ê ya ji bo gund hatiye astengkirin.

Li gundê Siyavan a girêdayî navçeya Rêyahevrîşim a Wanê ku berî 15 rojan ji ber mirina kesekê, keyeyê gund rê neda ku konê sersaxiyê bê danîn. Li ser vê gundiyan çûn gel jendermeyan û daxwaza danîna konê sersaxiyê kir û jendermeyan jî destûra vê da. Li ser vê yekê cihê sersaxiyê qelebalix bû û kesekî ku ji Stnebolê hatibû vîrûs belavî gund bû. Li ser bihîstina bûyerê Waliyê Wanê keyeyê gund Mehmet Nûrî Yonten ji erkê girt. Li gund heta niha 101 kes bi şewbê ketine.

Ji ber karantînayê ketin û derketina gund hatiye girtin, heta niha ti alîkariyek ji bo gund nehatiye kirin. Alîkariya HDP’ê ya di çarçvoeya Kampanyaya Xwişk û Bira ku dixwest bigiîne gund, hate astengkirin.

Têkildarî mijarê gundiyên ku me xwe gihandê, ragihandin ku ehta niha 15 roj in ti alîkariyek a xurek bi wan re nehatiye kirin, rê nadin derkevin derveyî gund û banga hestyariyê kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava têkildarî astengkirina alîkariyê axivî û diyar kir ku ji destpêkê ve dewletê ti tedbîrek negirtiye.

Kava bal kişand ser astengkirina alîkariya ji aliyê HDP’ê ve û got: “Ji ber Kampanyay Xwişk û Bira 5 hezar malbatî li me geriyane. Di vî warî de dewlet alîkariya aborî ya malbatan nake. Ne weke ku propaganda dikin e. Rê nadin ku em alîkarî bigihînin muhatacan. Rê nadin em paketan bibin ji bo malbatan. Rê nadin hevalên em yên vî karî dikin. Li ser vê mijarê me xwe gihand gundê Siyavan. Dema ku karekî mirovî, wijdanî û exlaqî HDP dike asteng dikin.”