Alîkariya beriya 5 salan li Vansporê hate kirin, kete ber lêpirsînê

Ji ber alîkariya ku Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î sala 2016'an li Van Buyukşehîr Belediyesporê kir, 12 endamên meclîsa şaredariyê ketin ber lêpirsînê.

Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î sala 2016'an di civîna meclîsê de biryar da ku alîkariya malzemeyan li Van Buyukşehîr Belediyesporê bê kirin.

Piştî ku 5 sal di ser vê alîkariyê re derbas bû Dozgeriya Komarê ya Wanê ev alîkarî weke sûc pênase kir. Dozgeriyê alîkariya li Vansporê re weke sûcê 'bikaranîna wezîfeyê ji bo nebaşiyê' nirxand û dest bi lêpirsînê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'î li emniyetê îfade dan.

WE ÇIMA ALÎKARÎ DAN VANSPORÊ?

Endama Meclîsa Şaredariyê ya DBP'î Sînem Malal ku li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê îfade da, anî ziman ku li emniyetê pirsa 'We çima alîkarî dan Vansporê?' lê hatiye kirin.

Malal anî ziman ku li gorî qanûna şaredariyê ya bi hejmara 5393 erka şaredariyan heye ku alîkariyê bi saziyên civakî yên sivîl û klûbên sporê yên amator bike û got, "Tenê alîkariya ji malzemeyan hate kirin. Fatûreyê alîkariyê û ewraqên li ser biryarê li şaredariyê ne."