'Qurbaniyên erdhejê ji neçarî li gorên komî hatin veşartin'

Mexdûrên erdhejê yên gundên Kirmaşanê ji ber ku heya niha alîkarî negihiştiye wan neçar man ku kesên jiyana xwe ji dest dane, bi komî veşêrin.

Di erdheja şeva 12'ê Mijdarê de gelek welatiyên gundên girêdayî Selas, Bawecan, Deşta Zehwa, Dalahû û Ezgile jiyana xwe ji dest dan û welatiyên ji erdhejê xilas bûne, kesên jiyana xwe ji dest dane, di gorên komî de veşartin.

Şêniyên herêmê gotin, tevî ku gelek roj di ser erdhejê re derbas bûne ti alîkarî ji wan re nehatiye û ji ber vê yekê xizmên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rengekî komî veşartine.

Piraniya şêniyên gundên Kiwêk Hesen, Kiwêk Mecîd, Kiwêk Sîfor, Kiwêk Hatemî, Îmam Ebas, Tepe Maran, Tayşeyî, Kêlespî û Cebir ên Kirmanşanê jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku rejîma Îranê tîmên alîkariyê neşandine herêma ku erdhej lê bûye.

GUNDÎ: ÎRAN CIHÊKARIYÊ DIKE

Yek ji gundiyan diyar kir ku çi kesê ku jiyana xwe ji dest dane li gorên komî têne veşartin, ti alîkarî heta niha neçûye ji wan re û 3 zarok ji sermayê mirine.

Gundiyan gotin, "Tîmên alîkariyê yên bi ser hikumetê ve cihêkariyê dikin. Hikumeta Îranê erdhejê dike hincet û dixwaze herêmên li ser sînor vala bike."