Li Rojhilat alîkarî nagihêjin mexdûrên erdhejê

Piştî erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat û şûnde, heta niha alîkarî negihiştiye gelek gundên Rojhilat, Hikûmeta Îranê xemsarî nêzî mexdurên erdhejê dibin û rewşa welatiyan pir xedar e.

Li gorî rapora li ser gundên Serpol Zehaw, Ezgele, Qesre Şîrîn û Dalaho agahî tên ku gel mexdûrin û hê jî gelek welatiyên herêmê li derve ne, rewşa gel pir xedar e. Alîkariya ku welatî digihêjîne herêmê jî ji aliyên çeteyên herêmî ve tên dizîn.

HIKÛMET HEJMARA QÛRBANIYAN ZELAL NAKE

Encamên ku piştî erdhejê derketin holê dide nîşandan ku bê ka çiqas berpirsyariya dewletê heye û dewlet xemsar nêzî herêmên bûne bi taybet herêmên ku Kurd lê dijîn. Rêveberê Saziya Lezgîn a Îranê Pîr Husên Kolîvend weke ku tinazê xwe bike bîlançoya erdhejê ya ku têde 435 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9397 kes jî birîndar bûye bi raya giştî re par ve kir. Dema ku mirov li dîmen, wêne û dokomantên piştî erdhejê çi li ser tevnên civakî çi jî bi rêyan nûyeyan hatin weşandin binêre, dide nîşandan ku çiqas dewlet xemsar nêzî herêmê bûne û bê berpirsyar in.

Yek ji mexdûrên erdhejê ku ji ber rewşa ewlehiyên nexwest navê xwe diyar bike, ji ANF’ê re axivî, û got: “Tenê roja 13’ê Mijarê ji saet 7 siharê ta 10’an cenazeyê 400 kes li Serpol Zehaw hatine veşartin.

Yek ji şahidek din dîmenê cenazeyê 105 kesan ê li gundê Koyîk Hesen parvekiriye û wiha got: “Tenê ji gundê Koyîk Hesen, Koyîk Mecîd û Koyîk Seyfûr ên 20 km dûrî Serpol Zehaw rapora mirina 180 kes hatiye erêkirin. Ev her sê gund bi temamî hatiye rûxandin.”

Parlementerê Qesre Şîrîn û Serpolîzûhaw Ferhad Tecerî li Parlemtoya Îranê axivî û got: “Tu alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê nehatine şadin, gel hatiye jibîrkirin û sozên alîkariyê yên ku hatine dayîn hemû li hewa mane û yek jî bi cih nehatine. Di heman demê de em vê helwesta hikûmeta Îranê şermezar dikin. “

MIRINA LAWIRAN XETERIYÊ LI SER JIYANÊ DIKE

Yek ji kesên ku alîkariya welatiyên erdhejê dikin anî ziman ku welatî di astekî pir nebaş de ne û got: “Konên ku welatî li bin bisitirin jî nîne. Di heman demê de ji ber mirina sewalan bêhna ku li herêmê belav bûye dibe sedemê nexweşiyên cuda cuda. Li gundê Bizmîrawa 18 welatî mirine û ji sedî 90’ê lawirên welatiyan telef bûne.

3 ZAROK JI SERMA MIRIN

Li aliyê din di her warî de bêberpirsyariya Hikûmeta Îranê derdikeve pêş. Dîsa Heyva Sor a Îranê bi daxuyaniyekî diyar kir ku heta niha ji sedî 10’ê jî alîkarî negihandine herêmên mexdûrên erdhejê. Yek ji endamê Heyva Sor a Îranê diyar kir ku li Herêma Dalaho, Ezgele û Selasê Bawecanî şeva Çarşema borî 3 zarok ji serma mirine. Li aliyê din ti alîkariyên jiyanî yên mîna xwarin, vexwarin, konê sitirînê û hwd. ji bo mexduran nehatiye bicih anîn.

Her wiha li herêmê rewşekî pir xedar û nebaş heye. Welatî di her alî de mexdûr in û di aliyê jiyanî de pir xerabin. Di gelek raportên li herêmê derketin holê jî hêzên Muhafizên Şoreşê alîkariya ku ji aliyê gel ve tê kirin jî, ji gel digire û li gorî daxwaza xwe belav dikin.

CENAZE LI PÊŞBERÎ PERAYAN DIDIN MALBATAN

Li gorî agahiyên Malpera Mafê Mirovê Kurdistan agahiyên ku spartî yek ji endamê Heyva Sor a Îranê kesên ku alîkarî belav dikir wiha got: “Li Serpol Zehaw cenazeyên mexdûrên erdhejê yên ku li morgan hatine bicihkirin, ji bo bidin malbanan jî ji her malbatê 100 dolar pere digirin.”