'Aktorê bingehîn ê çareseriyê, Ocalan e' -2

Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîda 21 salan a li Îmraliyê û got, "Ji sala 2015'an ve tecrîd bêhtir hate şidandin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn de aktorê bingehîn Serok e."

Polîtîkaya tecrîda girangkirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê de ye didome. Her çiqas dem bi deman bi hewldanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji aliyê siyasetmedar û girtiyên siyasî ve hatibin kirin û hevdîtin li gel Ocalan hatibin kirin jî lê dewletê polîtîkaya tecrîdê dewam kir. Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cara ewil di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest pê kir. Piştî darbeya 12’ê Îlonê li Girtîgeha Amedê girtiyan li dijî êşkence û sepanên dij mirovane ketin grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û vê yekê deng veda û hêj tesîra wê heta îro didome.

Ji bo malbat û parêzerên Ocalan dikaribin hevdîtinê bikin ji çalakiyên greva birçîbûnê ya rê li ber pêvajoya çareseriyê vekir di 12’ê Îlona 2012’an de hatibû destpêkirin. Li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiribû û bi hezaran girtî bedena xwe dan ber mirinê û vê çalakiyê 67 rojan dewam kiribû. Bi Ocalan re hevdîtin hat kirin û Ocalan banga dawîanîna çalakiyê kir. Pêvajoya çareseriyê ku di 2013’an de hat destpêkirin polîtîkaya tecrîtê hatibû bidawîkirin. Lê piştî ku pêvajo bi destê hikûmeta AKP’ê hat bidawîkirin carek din hevdîtinên li gel Ocalan hatin birîn û tecrîta girankirî hat sepandin.

Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 5’ê Nîsana 2015’an de daxuyanî dabû û gotibû ku wan pêvajoya çareseriyê rakiriye refê û ev yek jî bû îlana ku dê pêvjoya çareseriyê carek din cihê xwe ji polîtîkayên ewlekariyê re berde.

Gelê Kurd û Siyaseta Kurd li dijî polîtîkayên neçareserkirinê yên desthilatdariyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya wê demê Sebahat Tuncel, endama Şandeya Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya, ji parêzerên Ocalan Ebrû Gunay û Cengîz Çîçek, rojnamevan, hunermend, nivîskar ku ji 50 kesî pêk dihatin di 5’ê Îlona 2016’an de ji bo dawîanîna tecrîda li ser Ocalan li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi destpêkirina çalakiyê re girtiyên PKK’ê û PJAK’ê jî ragihandin ku ew destekê didin çalakiyê. Li 7 girtîgehên cuda 35 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê li raya giştî deng veda û li ser vê yekê hikûmet neçar ma carek din deriyê Îmraliyê veke û birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî.

‘HEKE BIXWAZIN DI 6 MEHAN DE TÊ ÇARESERKIRIN’

Mehmet Ocalan roja 11’ê Îlonê ku çalakiya siyasetmedaran didomiya li Îmraliyê li gel birayê xwe Ocalan hevdîtinek saetekî rûbirû pêk anî. Di vê hevdîtinê de Ocalan peyama “Dewlet bixwaze wê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe” ji hikûmetê re şand. Siyasetmedarên di çalakiyê de li ser bang û peyama Ocalan dawî li greva birçîbûnê anîn. Lê belê dewletê bi polîtîkaya tecrîda girankirî bersivê da banga Ocalan û dewlet carek din vegeriya ser şopa polîtîkayên salên 1990’î.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger da destpêkirin. Siyaseseta Kurd û sazî û dezgehên demokratîk ên Kurd û dostên kurdan xwedî li çalakiya Leyla Guven derketin. Xelk li çar aliyê Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê daketin qadan gotin “daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” û xwestin tecrîta li ser Ocalan were rakirin. Piştî van bangan HDP’ê di roja 11’emîn a çalakiyê de li Amed, Wan, Colemêrg, Riha û Edeneyê çalakiyên greva birçîbûnê yên piştevaniyê da destpêkirin. Her wiha bi sedan girtiyên li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê ji 27’ê Mijdara 2018’an ve kom bi kom piştevanî dan Guven û dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Di 1’ê Adara 2019’an de çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan hemû belav bû û çalakî heta Ewropayê belav bû.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ VEGUHERÎN ROJIYA MIRINÊ

Li 4 girtîgehên cuda 15 girtiyan di roja 136’emîn a çalakiyê de gerva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. 15 girtiyên din jî beşdarî vê rojiya mirinê bûn. Ûgûr Şakar (li Ewropa), Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Sîraç Yuksek, Yonca Akici û Mahsum Pamay li dijî tecrîtê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn.

PIŞTÎ 8 SALAN HEVDÎTINA EWIL PÊK HAT

Di roja 67’emîn a çalakiyê de destûra çûyîna birayê Ocalan, Mehmet Ocalan a Îmraliyê hat dayîn û bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.

Di encama belavbûn û dengvedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê de piştî 8 salan destûra parêzerên Ocalan hat dayîn ku biçin Îmraliyê û hevdîtina ewil di 2’yê Gulana 2019’an de pêk hat. Agahiyên derbarê hevdîtinê de di 6’ê Gulanê de ji raya giştî re hat parvekirin. Ev hevdîtin piştî 11’ê Tîrmeha 2011’an ku parêzeran 810 serlêdan kiribû pêk hat.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan têkildarî tecdrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nirxandinên wî yên tîkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de û geşedanên li Başûrê Kurdistanê carek din bi me re pareve kir.

‘PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Ocalan anî ziman ku eger mirov ya rast bêje ev 21 sal in tecrîd didome û wiha axivî: “Di van 5 salên dawî ji 2015’an ve jî tecrîd pir giran bûye. Ev ji tecrîdê jî wêdetir e, pir giran e. li gor qanûn û yasayên Tirkiyeyê mafên girtiyekî û kesekî di girtîgehê de hê doza wî didome, xwedî wî mafî ye bi parêzerên xwe re, bi malbata xwe hevdîtinê pêk bîne. Di nav van 5 salên tecrîda girankirî de parêzeran tenê 2-3 caran, me jî weke malbatan 3 yan jî 4 caran hevdîtin pêk aniye. Ev pêkanîna ji tecrîdê jî wêdetir û girantir e tiştekî nayê qebûlkirin e. Aqlê mirov van pêkanînan nagire. Kesek girtî be jî li gor qanûnan mafên wî yên demokratîk û yasayî hene. Belê ev 21 sal in ev maf nedane Serok, lê ev 5 sal in ev maf ji holê rakirine. Têkildarî vê mijarê êdî gotin jî nemaye. Yanî tiştekî mirov bêje jî nemaye. Di nav 21 salan de cara yekemîn 27’ê Nîsanê di Cejna Remezanê de bi rêya telefonê, 20-25 deqeyan em ligel Serok axivîn.”

‘AKTORÊ SEREKE RÊBER APO YE’

Ocalan dazanîn ku tecrîd li derveyî her tiştî ye, nayê qebûlkirin û got: “Banga me ji dewletê re, ji gelê me re, ji demokrat, rewşenbîran, saziyên navneteweyî û ji cîhanê re ew e, ya niha li ser Serok tê meşandin ji tecrîdê jî girantir e. Eger wê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe, Serok ji bo vê aktorekî pir mezin e. Ev pirsgirêk bê Serok çareser nabin. Em dixwazin rojekê beriya rojekê tecrîd rabe. Li Îmraliyê tevî Serok sê hevalên din jî girtîne. Pêwîst e rêya Îmraliyê hem ji bo parêzeran hem jî ji bo malbatan bê vekirin. Li wir em bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dubare bang dikin, bi qedexekirinan ne ji bo dewleta Tirk, ne jî ji bo ti kesî çareserî çênabe. Rêya Îmraliyê ji me re vekin.”

‘PÊŞÎ YEKBÛNA KURDAN HEWCE YE’

Mehmet Ocalan, bi berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser hevdîtinê demê berê yên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Di 3’ê Adarê ya îsal de li Îmraliyê bi qasî saetek û nîvekê hevdîtin pêk anîn. Serok herî zêde têkildarî pirsgirêk û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd axivî. Di hevdîtina 27’ê Nîsanê ya bi rêya telefonê de jî li ser saziyên me yên demokratîk, divê mirov van saziyan çawa bimeşîne axivî. Serok têkildarî saziyên me yên demokratîk ên Kurd, partî jî di nav siyaseteke rast dixwaze.

Serok di hevdîtinê de yekemîn behsa yekîtiya Kurdan dikir. Digot, ‘Pêşî yekbûna Kurdan hewce dike. Ev der a min ev der a te nabe. Ev rast nîne û nayê qebûlkirin jî. Jiyana Kurdan bi temamî bi hev ve girêdayî ye. Başûr, Rojhilat, Rojava, Bakur qedera Kurdan bi hevdu ve girêdayî ye. Eger hûn vê yekbûnê çênekin, tiştekî zêde pêşde biçe û hûn bikin jî dê nebe. Eger ji her seriyekî dengek derkeve, pirsgirêk çareser nabe. Hêzên navneteweyî Kurd kirine 4 parçe. Lê qedera Kurdan niha bi giştî bi hev ve girêdayî ye û divê yekbûna wan çêbibe. Eger yekbûnê çêkin, dê yek bibe taştê, yek bibe firavîn, yek bibe jî şîv. Dê hemû pêkve biçin.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK A RAST BÊ PÊŞXISTIN’

Mehmet Ocalan, bal kişand li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê sazî û partiyên Kurd ên demokratîk yên li Bakur de û ev nirxandinên Ocalan parvekirin: “Sazî û partiyên Kurd ên demokratîk ên li Bakur, divê bi têgihiştina bila dikan a min be, lê bila bi biçûk de tevnegerin. Eger ew dikan be, divê mezintir bikin. Pêwîst e hemû rengan li vê dikanê bi cih bikin. Ji ber di nav me de her reng heye. Ya duyemîn jî eger kesek têkoşîna demokratîk dimeşîne, divê ne ji bo meqaman bike. Li Rojhilata Navîn meseleya herî girîng, meseleya Kurdan e. Divê ew mesele were çareserkirin. Eger pirsgirêka Kurd çareser nebe, ne Tirkiye demokratîk dibe, ne Îran, ne Iraq ne jî Sûriye demokratîk dibe. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke pir hesas e. Ji ber hesas e divê yekbûn û têkoşîna demokratîk a rast bê pêşxistin. Eger saziyek, partiyek heye, divê xwe rêxistin bike, bi rê ve bibe. Pêwîst e ne ji bo xwe, ji bo çareseriya demokratîk bixebitin.”

‘RÊBAZÊN BERXWEDANÊ PIR IN’

Mehmet Ocalan got ku min di dema hevdîtina bi rêya telefonê de ji Serok re got, ‘Dewlet niha bi hemû hêza xwe tê ser Kurdan, ser demokrasiyê. Nahêle nefesê bigirin.’ Serok li ser vê yekê got, ‘Di dema 1980’î di pêvajoya darbeyê de jî wisa bû. Ma me di 1980’an de çawa têkoşîn kir. mirov dikare rê û rêbazan bibîne. Rêbaz pir in. Eger mirov bixwaze dikare bi her rengî rêyekê bibîne, têkoşîna siyasî û demokratîk bike. Rast e zexteke mezin heye, lê nabe mirov vê bike hincet. Mirov dikare rêyekê bibîne.”

PROTOKOLA LIGEL ÎDRÎS BARZANÎ

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser mijara rewşa li Başûrê Kurdistanê ku min got, ‘Niha di navbera PKK’ê û PDK’ê de rewşeke tengezariyê heye. Ev dê çawa çareser bibe?’ Serok got, ‘Me bi Îdrîs Barzanî re protokolek çêkiribû. Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî dikarin vê belgeyê jî derxin. Divê ji niha û şûn ve li hemberî tiştan nebin bend. Dikarin bi rêya vê belgeyê kar û xebat bikin. Mirov dikare di nuqteyeke hevpar de bê cem hevdu. Li wir eger Kurdek bimire û kî bûbe sedem dê di dîrokê de navê wan bi qirêjî bê nivîsandin. Kî rê li ber vê weke dê berpirsiyar ew bin. Nayê qebûlkirin.’ Her wiha got, ‘Peyama min ji bo Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û malbata Talabanî re, yekbûna Kurdan e. Yanî xisûsa ev der a min e ev der a te ye, bila leşkerên min bikevin vir, ên te nekevin vir nabe.’

Bi awayekî xulase têkildarî hevdîtina bi Serok re ez dikarim van bêjim. Me berê jî ji saziyên din ên ragihandinê re behsa van hevdîtinan kiribû.”

SIBÊ: Tecrîd êrîşa li hemberî aştiya gelan e