Rêwîtiya ber bi kevana bi bereket: Amara -1

Gundê Amara ku li kevana bi bereket e, ji bo gelê Kurd girîng û pîroz tê dîtin. Ev cografya pîroz bi sedan sal in bûye hêlîn ji mirovên li wir re.

Gundê Amara, li qadeke ku Torosa Navîn ji rojhilat ve digihîje deşta Mezopotamyayê, bi geliyan hatiye parçekirin û girên wê yên biçûk hene ava bûye. Gundê Amara yê li kevaneya ku Çemê Firatê ji 5 kîlometre dûrî wê ber bi başûr ve diherike cih digire, xwedî avhewayeke Derya Spî ya dereng e. Gund di heman demê de tam li nîvê herêma di dîrokê de jêre Kevana bi Bereket tê gotin hatiye avakirin. 

Amara ya ku weke welatê bi Kevana bi Bereket tê binavkirin, di dîroka qewm û neteweyan û bi taybet jî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Bi sedê salan ev erdnîgariya giranbiha ji bo kesên li wir dijîn bû hêlîn û stargeh. Ev der gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li vê xaka pîroz hatiye dinê. Ji ber ku dibistan li gund tinebûye, Rêber Abdullah Ocalan li gundê Cîbînê xwend û ji bo biçe dibistanê jî her sibeh, nêzî 4 kîlometre rê dimeşe. Hê di wê deme de lîstîk, limêj û parvekirinê de pêşengtî dikir. 

Ji bo ku em biçin vê axa pîroz û Kevana bi Bereket bibîn û li ser bîranînê Rêber Abdullah Ocalan yên li gund, tecrîd, nêrînên wî yên der barê pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de, em ketin li ser rêya Rihayê. Li Rihayê ji bo ku em biçin gundê Amarayê em destpêkê bi biraziyê Rêber Abdulla Ocalan, Omer Ocalan re ketin têkiliyê û me xwest em bi hevre biçin gundê Amara ku cihê Rêber Abdulla Ocalan lê dayik bûye. Ji bo çûyîna gund me bi Omer Ocalan re li hev kir û di roja 2’ê Îlonê de serê sibê em ketin li ser rêya gundê Amara. Cara ewile ku ez diçim vê axa pîroz û ez gelek bi kelecanim.

Ez weke zarokek li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mezin bûme û di dema dibistanê de di Waneya Dîrokê de hînî jiyana Rêber Abdullah Ocalan bûm. Jiyana ku ez ji pirtûkan hîn bûme, niha jî berê xwe didim wê axa pîroz, ev kelecan û bextewariyek mezin e. Berî ku ez destbi çîroka rêwîtiyê bikim ez dixwazim bîranînekê bi we xwêneran re parve bikim. Hîna ez li dibistana seretayî bûm û berî Rêber Abdullah Ocalan ji Sûryeyê derbikeve, bi rêya telefonê bi zarokên Mexmûrê re axivî. Wê demê bi dehan zarok em derdorî telefonê kombûn û me bi Rêber Abdullah Ocalan re telefonê axivî. Hîna jî gotinên Rêber Abdullah Ocalan weke wê rojê di bîr û hişê min de ye. Berî ku telefona lêbikeve hemû nîştecihên li Mexmûrê li qada şahî û pîrozbahiyê kom bûn û li benda telefona Rêber Abdullah Ocalan bûn. Çawan ku telefonê lêxist nîştecihê wargehê bi yek dengê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. 

Rêber Abdullah Ocalan wiha bi zarokên wargehê re axivî: “Silav ji bo we zarokên pêşerojê.  Zarokên Mexmûr hemû jî zarokên minin. Ez çavê we yek bi yek maç dikim. Divê hûn hemû zarokên Mexmûrê dibistanê bixwînin û di waneyên xwe de serkeftîbin. Ji ber ku hûn pêşeroja vî welatî ne. Hê ji niha de we ev welat di sînga xwe ya biçûk de hîskiye û rastî sedan zorî û zehmetiyan hatine. Wê ev keda we ji bo pêşerojê bibe lingê bingehîn ê xweseriya Kurdistanê. Ti pirsgirêkên we hebe divê hûn destpêkê bi min re parve bikin. Hevalê R... li we baş dinêre gelo? Eger gazincek we hebe parev bikin. Rêber Abdullah Ocalan pişre li ser rewşa dibistan, pêdiviyên dibistanê, cil û ber û rewşa mosteyan yek bi yek pirs kir û agahî girtin. Piştre li ser rêwîtiya penabertiyê û keda xelkê Mexmûrê nirxandinên girîng kir” Piştî li gel axaftina bi zarokan re Rêber Abdullah Ocalan xitabî gelê wargehê kir.

Belê, em kêlî bi kêlî ji Rihayê dur dikevin û berê xwe didin Amarayê. Di dema rêwitiyê de Omer Ocalan qala herêmê û dewlemendiyê herêmê dike. Rêber Abdullah Ocalan di Parêznameya DMME ya Ji Dewleta Sumer a Rahip ber bi Şaristaniya Demokratîk cilda 2 de wiha qala gundê Amara dike.

Gundê Amara yê bi Tirkî jêre Omerlî tê gotin, li qadeke ku Torosa Navîn ji rojhilat ve digihîje deşta Mezopotamyayê, bi geliyan hatiye parçekirin û girên wê yên biçûk hene ava bûye. Gundê Amara yê li kevaneya ku Çemê Firatê ji 5 kîlometre dûrî wê ber bi başûr ve diherike cih digire, xwedî avhewayeke Derya Spî ya dereng e. Gund di heman demê de tam li nîvê herêma di dîrokê de jêre Kevana bi Bereket tê gotin hatiye avakirin. Amara di roja me de jî ji bo hemû çandên nebat û heywanan guncaw e. Herêma gundê Amara ku yek ji cihên civaka neolîtîk lê pêş ketiye ji xisletên wê yên neolîtîk ên hê jî xurt in tê fêmkirin. Li gund hebûna civaka neolîtîk hê jî bi xurtî didome. Yek ji xisleteke din a girîng a li qadê jî ew e ku ji qewm û civakên etnîk ên curbicur re mîna bûye deriyê derbasbûnê.

Her cihê ku em têre derbas dibin Omer Ocalan herêmê li me dide naskirin û qala wê herêmê dike. Di ketina Amarayê de em rawestiyan û me ji dur ve li gund nêrî. Li herêmê rewşa hewaryê gelek germ e û pileya germahiyê 43 nîşan dide. Ji ber kelecana zêde, hina jî ez bawer nakim ku di ketina gundê Rêber Abdullah Ocalan de me. Jiyana ku ez ji pirtûka hîn bûme vê carê zindî ez ê li jiyana Rêber Abdullah Ocalan û bîranînê wî guhdar bikim. Di ketina gund de em rawestiyan û ji dur de me li gund nêrî. Li gel germahiya zêde nêrîna gund bêhnek fireh û aramiyek mezin dide mirovan. Piştî nêrîna li gund min wêne û dîmenên gund kişandin û piştre ji bo ku em bikevin hundirê gund em ketin li ser rê. Gav bi gav em di hundirê gund re derbas dibin, xelkê gund piranî hejar e û debariya jiyanê bi karê cotkarî taybet jî karê fisteqan dikin. Li gel germahiya zêde ya herêmê xelkê gund di nav zeviyan de dixebitin û fisteqan kom dikin. 

Em dikevin hewşa mala ku Rêber Abdullah Ocalan tê da dayik bûye, hewşek mezin û xanî bi rengê qehweyî boyax kiriye, her wiha diwarê malê gelek jî boyax jê çûye û malekî kevnar e. Di hewşa malê de darên mêw, hêjîr, hinar, fisteq û tû hene. Li ber siya malê birayê Rêber Abdullah Ocalan mêzeyek daniye û rûniştiye û li benda me ye. Em çawan ku ketin hindurê hewşê Mehmet Ocalan em pêşwazî kirin û xêrhatina me kir. Berî ku ez rûnim min dest avêt wênekêşa xwe û ji bo ku ez dîmenên vê mala dîrokî bikêşim dest bi kar kir. Destpêkê avahî û derdorî avahiyê min kişand û pişre jî derbasî hundirê menzela ku Rêber Abdullah Ocalan tê de dayik bûye, bûm. Dema ku ketim hundirê menzelê kelecanek mezin ez girtim bi qasî 10 kêliyan ji piya de min li hundirê malê nêrî. Diwarên malê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine xemilandin. Bi dehan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li diwarê mezelê de hilawistîne. Dinava diwar de jî wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û dayika Ûveyş hatiye hilawistin e.

Piştî ku demek dirêj di hundirê menzelê de mam, ez derketim nava hewşê û bi kelecanek mezin çûm li ba Mehmet Ocalan ku li biranînê Rêber Abdullah Ocalan ên zarokatiyê guhdar bikim. Mehmet Ocalan bi dilnizmiyek mezin dîsan xêrhatina me kir û li ser mêze fêqiyên ku baxçeyên wan çêbûne li ser mêze danîne. Bi kelecanek mezin ez bîranînê wî û Rêber Abdullah Ocalan dipirsim û ew jî bi dilnizmiyek mezin wiha bîranîn xwe yên bi Rêber Abdullah Ocalan re vedibêje: 

“Ez texmîn dikim ez 7 salî bûm, serok jî 8 sal an jî 8 sal û nîv bû. Em li vê hewşa me bûn. Jixwe Serok ti carî li malê nedisekinî. Her tim li cihekî bû. Dayika min rojekê aciz bû û got, “Hûn rehet nasekinin, ez ê we bigirim. Hûn pir digerin.” Dayika me em girtin, ez û Serok kirin hundirê malê û derî li ser me girt. Paşê jî bêjinga xwe kir destê û çû bêndara me ya li pişt gund. Wê demê li bênderê nisk, genim, ceh hebûn. 

Em di malê man. Xizmekî me yê sêwî hebû. Navê wî Ehmed bû. Piştî dayika me çû, Ehmed hat û derî li me vekir. Ez û Serok em derket. Em dîsa çûn çolê. Em diçûn çûk û maran. Em timî li bax, baxçe û çolê digeriyan. Jiyana Serok a di dema zarokatiyê de bi vî awayî bû, yanî nikarîbû li cihekî bisekine. 

Piştî em hinekî mezin bûn em di nav erdê xwe de diçûn paletiyê. Me paletiya, genim, nisk, ceh, nok û hwd. dikir. Serok ji me hemûyan baştir paletî dikir. Tê bîra min erdekî me hebû, heta em carekê diçûn seriyê erd, Rêbertî du-sê caran digihişt seriyê din û dihat. Serok digot, ‘Hewce ye hûn jî mîna min kar bikin. Kar hinekî baş bikin.” 

Dema ku Mehmet Ocalan qala bîranînê xwe û kekê xwe Rêber Abdullah Ocalan dike, rûyê wi tim dikene û carna jî axînek ji kûrahiyê dilê wî derdikeve. Piştî vê bîranînê Mehmet Ocalan qala bîranînek din dike û dibêje, yek ji bîranînên din a di hişê min de baş maye jî ew e: 

Demekê heywanên me hebûn. Ez texmîn dikim mîhek me li mal mabû. Avis bû û za. Bavê min got, ‘Em bibin tevlî dewar bikin.’ Çola gund jî hinekî ji gund dûr bû. Bavê min bend kir stûyê wê mîhê û got, ‘Hûn jî min bişopînin.’ Dema em li pey bavê min bûn, Serok ji min re got, ‘Em biçin pîvokan’. Min jî li ser vê yekê bang li bavê min kir, lê ji ber guhên wî hinekî giran bûn, deng neçûyê û rêya xwe dewam kir. Em li dawiyê man, Serok jî got, ‘Tê êdî neçî û li cem min bimînî. Ez ê pîvokan kom bikim, tê jî li cem min bî.’ Serok ez li wir li cem xwe hiştim. Piştî pîvokên xwe kom kir, em hatin malê. 

Dema ku Mehmet Ocalan qala bîranînê xwe û Rêber Abdullah Ocalan dike dibêje, van tiştên ez behs dikim, berî niha bi 60 salî bû.

Serok tenê bi qasî 17-18 salan li gund ma. Pir li gund nema. Jixwe dibistana yekemîn li gundê Cîbînê yê berê nîvê wê Errmenî, nîvê wê Tirkmen bûn 5 salan xwend. Piştre ji bo dibistana navîn çû Nizîbê. Xal û pîrika min li wê derê bûn. Ew jî ji gund çûbûn wir. Serok di 17-18 saliya xwe de çû Enqereyê Tapû Kadasro xwend. Piştî wê jî kêm dihat gund, dema dihat jî dîsa timî diçû çolê nav erdan. Li bostan carekê şebeş, carekê garis diçand. 

Divê navberê de Mehmet Ocalan timî dibêje ka fêqî bixwe, tu zanî Serok di van zefiyan de pir ked daye û ev fêqî jî piranî keda serok e. Piştî sohbetek têr û tijî bîranînê Rêber Abdullah Ocalan bi Omer Ocalan re em dikevin li ser rêya zeviya ku Rêber Abdullah Ocalan tê de paletî kiriye. Zevî nêzî 4-5 kîliyan ji malê dur e. Dema ku em di rê de dişmeşin Omer Ocalan dibêje, Rêbertî dema diçû zeviyê tim divê kûçeyê de derbas dibû û diçû nava zeviyê. Dema ku em dikevin nava zeviyê, zeviyek kesek û darên fisteq û hêjîr me pêşwazî dike. Destpêkê me berê xwe da li bind dara ku Rêber Abdullah Ocalan timî li ber siya wê rûdinişt û pirtûk dixwend. Omer Ocalan dibêje, li gorî ku bavê min qal dike, timî Rêbertî dema ku ji betlaneya dibistanê dihat pirtûka xwe digirt û dihat li ber siya vê darê rûdinişt û bi demjimêran li vir pirtûk dixwend. Piştî vê gotinê ez çûm li ber darê û bêhnek ji nava kezebê min kişand û qederekê li ber darê rawestiyam. 

Piştî ku bi demjimêran em di nava baxçe de man ji bo ku em biçin dibistana gundê Cîbînê ku Rêber Abdullah Ocalan lê xwendiye bibînin dikevin li ser rêya gund.  Jixwe dibistana yekemîn li gundê Cîbînê di sala 1945’an de hatiye avakirin. Xelkê gundê Cîbînê berê nîvê wê Errmenî, nîvê wê Tirkmen bûn. Rêber Abdullah Ocalan 5 salan li vê dibistanê xwend. Piştre ji bo dibistana navîn çû Nizîbê. Wê demê xal û pîrika Rêber Abdullah Ocalan wê derê dijiyan. Ew jî ji gund çûbûn wir.  Em ji nava gundê Amara re derbas dibin û berê xwe didin gundê Cîbînê. Di rê de Omer Ocalan patîkayên ku Rêber Abdullah Ocalan nêzî 4 kîlometre rê dimeşiya nîşanî me dide. Şopên rêwitiyê hîna li ser patîkayê diyar dibe. Xelkê vî gundî jî xizanin û ew jî weke xelkê Amara debariya xwe bi cotkariyê diborînin. Dema ku em dinava gund de diçin welatî bi dilgermiyekê me silav dike. Em hêdî hêdî nêzî dibistanê dibin û dibistan hîna weke roja xwe ya ewile lê belê tenê hatiye boyax kirin. Lê belê êdî zengil li vê dibistanê lênade. Ez dimenê wêne û dîmenê dibistanê digrim. Welatiyên ku me di hewşa dibistanê de dibîne û tên li gel me û silavê didin. Welatî bi dilxweşî û serfiraziyek mezin dibêjin, ‘me divê dibistanê de xwend, Rêber Abdullah Ocalan jî li vir xwend.’

Li gorî agahiyên welatiyan dan û gotin, “Rêber Abdullah Ocalan ji gundê Amara heta vir rêya 4 kîlometre dimeşiya û dihat dibistanê. Mamosteyê dibistanê ji Rêber Abdullah Ocalan gelek hesdikirin. Ji ber ku xwendekarê herî jîr û serkeftî bû.”

Mamosteyê Rêber Abdullah Ocalan yê dibistana seretayî Fuat beg, der barê Rêber Abdullah Ocalan de wiha dibêje: “Xwendekarê wî yê herî jîr û serkeftî Ocalan bûye. Di bîrkarî de pir serkeftî bû. Em matmayî dihiştin. Ocalan li gorî xwendekarên din kesekê cuda bû, her tiştê xwe parve dikir. Bi nêzîkatiyên xwe ne wek zarokekî, wek kesekî mezin tevdigerin. Ji malbateke xizan dihat. Bavê wî cotkarî dikir. Rewşa wan a aborî zêde ne baş bû. Rojekê min gazî bavê Ocalan kir. Min got kurê we gelek jîr û serkeftiye, teqez bidin xwendin. Min got ger hun nekaribin Ocalan bidin xwendin, ez ê Ocalan bidim xwendin. Min got ev zarok dê di pêşerojê de bibe kesayetek girîng.” Bavê wî jî sozê dide mamoste Fuat û piştre dibistana navîn li Denîzliyê ligel xwişka xwe Hava dixwîne. Piştre diçe lîseyê. Pişre diçe Zanîngehê. Destpêkê fakulteya hiqûqê qezenc dike û piştre dikeve azmûnê derbasî fakulteya Zanistên Siyasî dibe.

Piştî em li dibistana Cîbînê geriyan û me dîmenê dibistanê kişandin, me berê xwe da gundê Amara û ji bo em bi birayê Rêber Abdullah Ocalan re têkildarî tecrîd û hevdîtinê demê buhrî de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalanên der barê pirsgirêka Kurd û Rohilata Navîn de nêrîn bigrin em berê xwe de gundê Amarayê.

SIBÊ: ‘Aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn Ocalan e’