AKP'yî li Bedlîsê dibêjin 'Proje' lê li zêran digerin!

Hate gotin bi çarçoweya 'Islahkirina Projeya Ser Çem' li Bedlîsê 1 milyon lîre didin dikandarên AKP'yî û 50 hezar lîre didin yên ne AKP'yî. Îdîayeke dî jî ew e ku Vahît Kîler ê AKP'yî li cihê ku vala dike li zêran digere.

Li Bedlîsê bi çarçoweya 'Projeya  Islahkirina Ser Çêm'' bi sedan esnaf têne mexdûrkirin. Bi çarçoweya projeyê hilweşandina pêşî 28'ê Îlona 2019'an pêk hatibû û li ser kolana Saîd-Î Kurd-Î avahiya bi navê 'Xanedan' hayibû hilweşandin ku li vê avahiyê gelek esnaf hebûn. Piştre 5'ê Kanûna 2020'an avahiya halê hatibû hilweşandin ku 78 kargeh tê de bûn. Bi çarçoweya projeyê wê 700 kargeh werin hilweşandin.

Bi çarçoweya projeyê ku ji hela Wezareta Hawîrdor û Bajarvanyê ve hatiye destpêkirin û ji hêla Walîtiya Bedlîsê û Şaredariya Bedlîsê ve tê rêvebirin bi tevahî wê 177 avanî werin hilweşandin.

Li gorî îdîayekê 1 milyon û 700 hezar lîre dane xwediyê kargehan û xwestine ku tenê pêncî hezar lîre bidin kargehên ne AKP'yî.

Wekîlê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali bal kişande ser şepirzekirina esnafên Beslîdê, diyra kir li wir pevçûna rantê heye û got, ''Vahît Kîler ê AKP'yî dibêje wan veberhênan li Bedlîsê kiriye. Pêşî, bêyî ku zêrevanan bide dora xwe bila bikaribe li Bedlîsê bigere. Ew qasî ji gel dûr e û ji gel ditirse. Ev mirov mexdûr in. Li dikanên xwe radikevin bi tirsa ku hergav dibe ku dikanên wan werin hilweşandin. Dibêjin projeya me heye lê 700 dikan nîne.''

Gaydali diyar kir dema bi esnafan re axivîne jê re gotine Kîler ê AKP'yî û peyayên wî li qada ku dixwazin vala bikin li zêrên ji Ermenan mayî digerin û li gorî îdîayê beriya niha jî zêr dîtine.

Xwediyê dikanekê got,''Milyonek lîre dana alîgirê xwe. 50 hezar lîre ji bo dikana min teklîf dan. Ez dibêjim li ber destê min biryara dadgehê heye, polîs dibêje ti hikmê wê nîne. Hikmê biryara daadgê tine lê ya gotinên polîs heye?''