AKP weke DAIŞ’iyan goran xira dike

Li Geverê êrîş birin ser gora Suleyman Aksû yê mamoste ku di komkujiya Pirsûsê de hatibû kuştin.

Suleyman Aksû yê mamosteyê Ingilizî ku 2015’an li navçeya Pirsûs a Rihayê di nav komkujiyê de hatibû kuştin, şevê dî li goristana navçeya Geverê ya Colemêrgê êrîş bi ser gora wî de birin.

Kevirê li ser gora Aksû ku nav û wêneyê wî li ser bû hate şikandin.

Gora Aksû ku li Goristana Ormanê hatibû veşartin, 6’ê Îlonê (duh) hatibû çêkirin. 29’ê Nîsanê POH a girêdayî AKP’ê êrîş biribû ser goristanê, gelek gor xira kiribûn û li ser wan ‘Leş’ (‘kelaş’) nivîsîbûn.

Polîs û leşkerên Tirk beriya niha jî gelek caran êrîş bi ser goran de biribûn, bi fermana Erdogan goristan hatibûn xirakirin.