'AKP veguheriye hikumeta şer; em dikarin vê rewşê biguherînin'

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir, ku AKP veguheriye hikumeta şer û ev bang li gelên Tirkiyeyê kir, "Ev qederek nîne. Em dikarin biguherînin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Mûrat Çepnî, krîza aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li ser HDP'ê û berxwedana li dijî zext û zordariyê nirxand.

Çepnî anî ziman ku koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê bi giştî veguheriye hikûmeteke şer û wiha axivî: "Lê belê mirov vê pênaseya hikûmeta şer bi vî awayî îfade bike, wê ferydeya xwe hebe. Bi temamî weke siyaseteke dijminê gelan, Kurdan, jinan, karkeran, xwezayê mirov dikare vê pênase bike." 

'HIKUMETA ŞER E'

Çepnî da zanîn ku ev desthilatdarî dema nû hat avakirin, diyar dikir ku wê li dijî wesayetê têbikoşe, wê pêşketinan û azadiyê pêk bîne û wiha pê de çû: "Lê belê piştî demeke pir kurt, careke din hatin eyarên xwe yên berê. Nîşan dan ku desthilatdariya komeke sermayeyê ye, ku yek ji sedî yê civakê ye. Desthilatdarî destpêkê bi stratejiya ekonomiya xwe dispêre avahîsaziyê ya mezax û serfkirinê hewl da koma xwe ya sermayeyê ava bike. Piştî demekê bi krîza kapîtalîzma giştî re, Tirkiye jî ket nav krîzê. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya nikare ji vê krîzê derkeve, bi temamî bûye hikûmeteke şer."

'DARBE VEGUHERANDIN FIRSENDÊ'

Di berdewama axaftina xwe de Çepnî destnîşan kir ku ji destpêkê ve li hemberî gelê Kurd siyaseteke êrîşkar heye û wiha dom kir: "Girêdayî vê li dijî HDP’ê êrîşeke xurt a tinekirinê heye. Hewl tê dayîn ku HDP’ê bi temamî dûrî siyasetê bikin, hewl didin bixin rewşeke nikaribe bixebite. Di heman demê de li hemberî tevahî gel û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî têkoşîneke bênavber heye. AKP-MHP’yeke hewldana darbeyê vediguherîne firsendê heye. Dîsa dixwaze rewşa pandemî ya virusa korona veguherîne firsendê. Yanî rastiya hikûmeteke dixwaze hemû rewşan bi zor û zextan veguherîne firsendan heye. Bêguman li hemberî vê berxwedaneke pir mezin jî pêş dikeve."

'ZÎHNIYETA OSMANIYAN YA NÛ'

Çepnî bal kişand li ser polîtîkayên şer ên koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê û ev tişt got: "Hikûmeta AKP-MHP’ê li şûna soza paşerojeke baş bide karker û kedkaran, dibêje ‘Ma hûn dizanin guleyek bi çiqasî ye’ heye. Dîsa hikûmeteke bi zîhniyeta Osmaniya Nû û fetihparêz ku ji Ayasofyayê dest pê kir, heta derxistina gazê dixwaze siyaseteke mîna mirov bang li ruh bike li ser civakê pêş bixe. Lê belê êdî dawiya wê hatiye. Êdî hikûmeteke nikare bi rê ve bibe heye. Nikare ekonomiyê rast bike. Di pirsgirêka Kurd de siyaseta şer xitimiye. Li derve siyaseta fethê û şer xitimiye. Polîtîkayên hikûmetê yên kesên taciz û tecawizê pêk tînin, jinan qetil dikin diparêze êdî teşhîr bûne. Siyaseta talanê ya li hember xwezayê pêk tîne gihiştiye asta herî bilind."

'EM PARTIYEKE BERXWEDANÊ NE'

Bi domdarî Çepnî got, ku di vê nuqteya ku êdî ev hikûmet nikare bi rê ve bibe, HDP û hêzên demokrasiyê derdikevin holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke HDP em ji tevahî gelên me re vê dibêjin, Ev qederek nîne, em dikarin biguherinîn. Me berê jî guhert. Bi siyaseta ji dema em hatin avakirin, bi serketinên xwe yên di hilbijartinan de, ya rastî em tevgereke berxwedanê ne. Lewma em dixwazin ji gelên xwe re bibin îrade û cesaret.

Ev kampanyaya me ya sê mehan jî ji bo careke din nîşandana vê biryardariyê bû. Wisa bû ku di kêliya destpêkê ya meşê de îradeyeke bi xurtî û moralekî pir mezin derxist holê. Ji bo gelê Kurd û tevahî gelan bû hêvî. Bi vê re ev wêjeya AKP’ê ya digot, ‘Ez her tişt im, hûn bêhêz in, ez xurt im. Hûn çi dikin bikin hûn nikarin’ ji aliyê HDP’ê ve hat pûçkirin. Di merheleya duyemîn de me bi hêzên demokrasiyê re hevdîtinên tifaqê pêk anî. Weke merheleya dawî jî bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi dirûşma ‘Li hemberî şer aştî, li hemberî tecrîdê azadî’ me merheleya sêyemîn temam kir. Di van her sê merheleyan de bi giştî me ev got, ‘Ya yekem HDP heye, li vir e. HDP bi gelên me re li ser piyan e û HDP ber bi desthilatdariyê ve diçe."

'TECRÎD PIRSGIRÊKA SEREKE YA TEVAHIYA TIRKIYÊ YE'

Çepnî, di dawiya axaftina xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang li tevahî gelên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Siyaseta şer we mehkûmî birçîbûnê dike. Siyaseta şer we esîr digire. Tecrîda li Îmraliyê tenê pirsgirêka gelê Kurd nîne, ya rastî êrîşeke li hemberî îradeya çareserkirina pirsgirêka Kurd tê pêşxistin. Ji lewra ku tecrîd têkildarî êrîşa li hember îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd be, wê demê ev pirsgirêka Derya Reş e jî, ya Egeyê ye jî ya Anatolya Navîn e jî. Ji lewra têkoşîna li hemberî tecrîdê û têkoşîna ji bo aştiyê pirsgirêka bingehîn a hemû Tirkiyeyê ye. 

Wê têkoşîna me ji niha û pê ve jî bidome. Weke HDP em ji vê re amade ne. Gelên me di vê kampanyaya me ya sê mehan de nîşan da ku ligel HDP’ne. Kêmasiyên me hene em ê van bi xebatan û rêxistinkirinê çareser bikin.”