AKP li Fîskayayê amadekariya talanê dike

Hikumeta AKP’ê ya ku ji sedî 98’ê Sûrê ya Amedê û 7 taxên wê hilweşand niha jî ji bo herêma Fîskayayê ya kêleka Sûrê, ji bo taxên Dîcle û Ferîtkoşkê biryara hilweşandinê da.

Li gorî biryara Lijneya Wezîran a di Rojnameya Fermî de hate weşandin bi hinceta “Veguherandina Qadên Bi Rîska Afetê ne” wê du taxên din jî werin rûxandin.

Li gorî biryarnameya di 25’ê Adara 2016’an de hikumeta AKP’ê ji sedî 82’ê Sûrê îstîmlaq kiribû û piştî ku dest bi hilweşandina taxên Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Cevat Yilmaz, Alîpaşa û Lalebeyê kiribû, niha jî çavê xwe bera taxên Dîcle û Ferîtkoşkê daye.

AKP’ê niha jî ji bo hilweşandina herêma Fîskayayê biryar da.

Lijneya Wezîran di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li hev civiyan û taxên Dîcle û Ferîtkoşkê yên Amedê jî xist nav ‘herêmên bi rîsk.’

WÊ QEYYÛM HILWEŞÎNE

Pêkanîna vê biryarê jî dan Şaredariya Yenîşehîrê ya ku qeyyûm li ser wê hatibû peywirdarkirin.  Taxên Dîcle û Ferîtkoşkê nêzî Çemê Dîcleyê ye û nêzî 40 sal berê, bi çend malan hatiye avakirin. Lê piştî salên 1990’î kesên ku gundên wan hatin şewitandin, hinek jê jî li vê taxê bi cih bûn û li vê derê du tax ava kirin.

Ber bi dawiya salên 1990’î xebatên şaredariyê li vê derê hatin kirin û tora ava vexwarinê û selebê hate danîn.

Nifûsa van taxan nêzî 10 hezaran e û hema bibêje di hilbijartinan de hemû kesan dengê xwe dane HDP’ê.

Haya şêniyên taxên Dîcle û Ferîtkoşkê yên li Baxçeyên Hewselê û Çemê Dîcleyê dinihêre, hê ji biryara hilweşandinê tune.