AKP ev 10 car in nexweşxaneya li Erdîşê digire û vedike

AKP ku beriya her hilbijartinê 'navendan vedike' vê carê jî Nexweşxaneya Erdîşê ya nû ku ji xwe re kiriye cihê rantê, cara 10'an vekir.

Rejîma AKP'ê ku li ti bajarên Kurdistanê destekê ji gel nabîne, li Wanê di bin navê hilbijatinê de dek û dolaban digerîne û derewên nû dike. Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku sala 2008'an ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hate çêkirin, heta niha 10 caran hate vekirin. Nexweşxane ku beriya niha hatibû ragihandin ku wê sala 2012'an biqede, lê ji bo AKP'ê bûye navendeke jêxwarinê, beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê careke din hate vekirin.

10 SALAN 10 CARAN VEKIR

Li nexweşxaneya ku 10 caran ji aliyê AKP'ê ve hate vekirin, ne doktor, ne personelên tenduristiyê, ne jî cîhazên tibbî hene. Gelek nexweşên ku bihîst wê nexweşxane bê vekirin, berê xwe dan nexweşxaneyê lê belê dîtin ku nexweşxane vala ye, ne doktor, ne jî cîhazên tibbî hene. Erdîşiyan gotin, ev yek dereweke nû ya AKP'ê ya ji bo hilbijartinê ye.

Piştî ku ev derewa AKP'ê ya li ser nexweşxaneyê eşkere bû, Erdîşiyan ji neçarî nexweşên xwe birin Wanê. Rejîma AKP'ê ku dike nake nikare destekê ji gelê Erdîşê bigire, di dema her hilbijatinê de derewên bi vî rengî dike.

'EM Ê ROJA 24'Ê HEZÎRANÊ BERSIVÊ BIDIN'

Erdîşiyan dan xuyakirin ku AKP bi salan e hewl dide bi van derewan gel bixapîne û gotin, "Ev 10 sal in AKP vê nexweşxaneyê digire û vedike. Bi taybetî di dema her hilbijartinê de nexweşxaneyê vedike û ji nû ve digire.

Di vê hilbijartinê de rewşa Erdîşê ne li gorî dilê AKP'ê ye. AKP wê di vê hilbiljartinê de li Wanê bihele. Ji ber ku vê yekê dibînin, 10 sal in nexweşxaneyê bi merasîman ji nû ve vedikin. Lê belê bi van derewan ancax karibin xwe bixapînin. Em ê roja 24'ê Hezîranê bersivê bidin van derewan û kiryarên AKP'ê yên li dijî gelê Kurd."

'WELATÎ 7 SAL IN LI AVAHIYEKE NEBAŞ TÊN DERMANKIRIN'

Li navçeya Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar e, sala 2011'an ji ber erdheja bi dijwariya 7.4 pileyî 600 kes miribûn. Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku ji ber erdhejê xisareke giran lê bû, hatibû valakirin, lê piştre hate boyaxkirin û ji nû ve hate vekirin. Gelê Erdîşê ev 7 sal in li avahiya neçê ya nexweşxaneyê tê dermankirin.