AKP’ê rê li ber zewac û karkeriya zarokan vedike

Serokê Şaxa Perwerdehiyê ya Wanê Mûrat Atabay bal kişand ser dezavantajên ku zarokên Kurd hîna jî nikarin bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin, got ku pergala perwerdehiyê zewaca zarokan û kedkariya zarokan teşwîq dike.

Hevserokê Şaxa Perwerdehiyê ya Wanê Mûrat Atabay û Serokê berê yê Odeya Muhasebeyên Pispor a Wanê (Van SMMMO) Îbrahîm Şahîn bi wesîleya 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.

‘AKP’Ê RÊ LI BER ZEWAC Û KARKERIYA ZAROKAN VEDIKE’

Serokê Şaxa Perwerdehiyê ya Wanê Mûrat Atabay bi bîr xist ku bi biryara ku Neteweyên Yekbûyî standî re Peymana Mafê Zarokan a Cîhanê  her sal di 20'ê Mijdarê de weke Mafê Zarokan ê Cîhanê tê pîrozkirin û got, “Lê dewleta Tirk bi danîna hin madeyên têkildarî kok, ol û çandê peyman îmze kiriye. Pirsigrêka herî mezin ew e ku zarok bi zimanê dayikê nikarin perwerdehiya xwe bibînin. Her wiha piştî pêvajoya şewbê heta niha karkeriya zarokan zêde bûye. Ji ber vê yekê, ya ku divê di Roja Zarokan a Navneteweyî de bê kirin ew e ku van polîtîkayên li Tirkiyeyê berçavan re derbas bikin, van rezervasyonan ji holê rakin û ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk û karkeriya zarokan de bigirin, gav werin avêtin."

XEBITANDINA ZAROKAN QEDEXE YE

Serokê berê yê SMMMO'ya Wanê Îbrahîm Şahîn jî diyar kir ku bi têra xwe nikarin li zarokan xwedî derkevin. Şahîn, anî ziman ku ji ber xizaniyê zarok neçar mane bixebitin û wiha got: “Li navçeya me ya Wanê bi sedan zarokên di bin 18 saliyê de bi mûçeyên herî kêm, bi qaçaxî tên xebitandin. Digel ku yekîneyên peywendîdar hewce ne ku cîhên kar kontrol bikin, lê mixabin kontrol tune. Ger kontrolek hebûya dê pirsgirêkên zarokên me yên kêm mûçe û şert û mercên nebaş çareser bibin. Sedema herî mezin a karkirina zarokan xizanî û aborî ye. Ji ber vê yekê zarok ji mafê xwe yê zaroktiyê bêpar in.”