AKP'ê li Tetwanê hiqûq avêt, piraniyan kursiyan ji xwe re bir

Li Tetwanê piştî ku 9 endamên meclîsê yên HDP'ê ji peywirê standin, li meclîsa piraniya kursiyan kete dest AKP'ê. Endamê HDP'yî Diyar Orak got biryar ne hiqûqî ye, armanca lêpirsînê ew e ku piraniya meclîsê ya HDP'ê ji dest bistînin.

Li Tetwanê ya Bedlîsê 9 endamên meclîsê yên HDP'ê bi îdîaya''endamên rêxistina çekdar'' in ji hêla Wezareta Karê Navxwe ve ji peywirê hatin dûrxistin.

Ji ber ku li ser endamên meclîsê yên HDP'ê lêpirsîn didome, nikarin endaman jî şûna wan hilbijêrin. Di encama lêpirsînê de piranî kete destê AKP'ê, li Meclîsê AKP bi 11 endaman û HDP jî bi 5 endaman tê temsîlkirin.

AKP ya ku bi 295 dengan Şaredariya Tetwanê standî, li Meclîsa Şaredariyê ya ji 25 kesan pêk dihat bi 11 endaman dihate temsîlkirin, HDP jî bi 15 endaman dihate temsîlkirin.

Li Tetwanê piştî hilbijartinê bi gelek nelirêtiyan ketibû rojevê. HDP di daxwaznameya giliyê de gotibû 900 hilbijêr li ser 3 adrêsan qeydkirîbûn û 340 hilbijêr jî li heman adrêsê.

YSK'ê îtîraza HDP'ê ya bi daxwaza ku deng ji nû ve werin hilbijartin qebûl nekiribû.

'JI HÊLA QANÛNÎ VE NE PÊKAN E, ARMANC EW E KU PIRANIYÊ BI DEST BIXIN'

Endamê Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê Parêzer Diyar Orak got derbarê endamên meclîsê yên HDP'yî lêpirsîn Nîsaan 2019'an hatibû destpêkirin, li Meclîsa Şaredariyê piranî di dest HDP'ê de bû. Orak got li Meclîsa Şaredariyê 14 endamên wan hebûn,Walîtiya Bedlîsê li ser 9 ji endamên wan hatiye xwestin ku ji peywirê werin dûrxistin û 16'ê Gulanê wezaretê ev daxwaz qebûl kiriye û 9 endamên wan ji peywirê hatine standine.

Orak diyar kir heta niha têkilî lêpirsîna ku derbarê wan hatiye vekirin ti agahî nedane wan, her wiha îfadeya wan jî nehatiye standin û got, dema ku ew ji peywirê hatine standin, bi teblîgata ku ketiye ber destê wan ew hay jê çêbûne. Orak got, armanca lêpirsînê ew e ku kursiyên HDP'ê yên li meclîsê ji destê HDP'ê bistînin û li Meclîsê AKP'ê xurt bikin.

Orak got bi çarçoweya xala 47'an a qanûna şaredariyê endamên Meclîsê ji peywirê hatine standin û got, li gorî vê endamên meclîsê yên ku têkilî peywirê lêpirsîn li ser wan hatiye vekirin dikarin jibo demekê ji peywirê werin dûrixistin, ''lê divê lêpirsîn têkilî peywirên endamtiya meclîsê bin. Lê lêpirsînên derbarê me, hê beriya ku em dest bi peywirê bikin, hê mazbata jî nehatî standin dest pê kiriye. Ji ber vê jî wezaret ji hêla qanûnî ve nikare peywireke wiha bistîne.''