'AKP bi nexşe û demografiya Kurdistanê dilîze'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir, ku AKP dixwaze penaberan li dijî Kurdan jî bi kar bîne û got: "AKP bi lîstikên xwe weke sala 1980'î dixwaze nexşe û demografiya Kurdistanê xera bike."

Hikumeta AKP'ê koçber û penaberên ku ji herêmên Rûsya, Ukranya, Çîn, Îran, Ozbekîstan, Kirgizîstan Afganîstan û Çeçenistanê tîne Tirkiyeyê li Wanê bi cih dike û dixwaze nexşe û demografiya Kurdistanê xera bike. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan diyar kir ku AKP'ê bi bicihkirina Tirkên Ahiskayê yê li Erzînganê dest bi polîtîkaya xwe ya xerakirina nexşe û demografiya Kurdistanê kir.

'DEWLET DIXWAZE LI HERÊMÊ KAOSÊ DERXE'

Ozgokçe da zanîn, hikumeta AKP'ê dixwaze penaberên li dijî Ewropayê bi kar tîne, li hemberî Kurdan jî bi kar bîne û wiha axivî: "AKP destpêkê li Erzînganê bi bicihkirina Tirkên Ahiska dest bi polîtîkaya xwe ya xerakirina nexşe û demografiya Kurdistanê kir. Bi taybetî gelek penaber li herêmên Elewiyan jî bi cih kirin. Bi taybetî bicihkirina kesên biyanî yên li navçeya Elcewaz, Xelatê û Erdîşê gelekî bi wate ye. Ji ber ku heman polîtîka di sala 1980'an de piştî darbeya leşkerî ya  Fermandarê Artêşê yê wê demê Kenan Evren li navçeya Erdîşê pêk anîn û li gundê Ûlûpamîrê bi sedan welatiyên Kirgiz bi cih kirin. Niha jî polîtîkaya Evren li ser kar e. Dîsa gelek gundiyên ji herêma Behra Reş li gundên Wanê bi cih dikin. Ev polîtîka ji bo guhertina jiyan, baweriya gelên herêmê ye, bi taybetî dixwazin bi van kiryaran demografiya herêmê biguherînin. Dewlet li herêmê dixwaze bi destê xwe rê li ber kaosê veke. Ev polîtîka bi ti awayî ne li gorî berjewendiyê gel ye û em vê polîtîkayê hişyar dikin. Ev  kes ne di şertên nebaş de tînin li herêmê bi cih dikin, bi taybetî armanca vê hewldanê guhertina nexşe û demografiya herêmê ye."

'SALA 1930’AN XWE DUBARE DIKE'

Ozgokçe anî ziman ku bicihkirina kesên biyanî li Erdîşê ne ji rêzê ye û wiha pê de çû: "Hikumeta AKP'ê Erdîş weke herêma pîlot nîşan daye û ev jî tiştekî ne ji rêzê ye. Sala 1930'î piştî raperîna Agiriyê û komkujiya Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîş a Wanê bi hezaran penaberên Kirgiz hatibûn bicih kirin û digotin 'em bi ser ketine'. Niha ev polîtîka di sala 2017'an de jî xwe dubare dikin. Dewlet bi xwe jî dizane bi van polîtîkayan bi ser nakeve. Berxwedan û dilsoziya xelkê Erdîşê hemû polîtîkayên dewletê pûç kirine. Ji ber vê yekê dîsa li ser gelê herêmê zextan dikin, dixwazin niştecihên herêmê biguherînin û Erdîşê têxin bin kontrola xwe. Ev polîtîkayek şaş e û bi ti awayî ne di berjewendiyê gelê herêmê de ye. Em ê jî li dijî van polîtîkayan li her qadê li ber xwe bidin."

'BI GELIYÊ ZÎLAN PEYAMAN DIDIN KURDAN'

Ozgokçe da xuyakirin ku AKP bi bicihkirina biyaniyan a li herêma geliyê Zîlanê dixwaze peyamekê bide gelê Kurd û ev tişt got: "Piştî komkujiya Geliyê Zîlanê bi hezaran biyanî li herêmê bicihkirin û niha jî dixwazin bi bicihkirina biyaniyan peyamekê bidin gelê Kurd. Li gorî qanûnên penaberan kî dibe bila bibe, li gorî hatin û sedema wan serî li Walîtiya herêmê bidin û li gorî hatina wan dikarin tevlî prosedurên penaberiyê bibin. Hatinên bi komî û dersînorkirina komî tiştên gelek talûke ne. Li gorî tespîtên me meha bihurî nêzî 350 ciwanên mêr ên ji Îran û Iraqê, li gundekî navçeya Colemêrgê ketin herêmê û ew bi komî bi otobusan di deriyê sînor ê Cîlvegozu re derbasî bajarê Îblîb ê Sûriyeyê hatin kirin. Ev dersînor kirinên komî û hemû jî mêr di mejiyê me de dibe nîşaneya pirsê. Gelo ev mirov kî ne? Gelo radestî DAIŞ’ê hatin kirin? Yan jî endamên ji bo DAIŞ’ê ne? Ev pirsên bi vî awayî ji hişê me dernakeve divê bersivên van pirsan bên dayin. Ji bo ku em bersivên van pirsan hîn bibin gelek hewldanên me çêbûn. Min bi telefonê xwest ez bi Rêveberiya Penaberan a Herêmê re baxivim, lê belê destpêkê xwestin hîn bibin bê ka ez ji kîjan partiyê me. Piştî hîn bûn ku ez wekîlê HDP’ê me bersiva pirsên me nedan. Ew bi xwe jî dizanin tişta dikin xeletî û şaş e."