Akkûş: Me serî netewand, em ê netewînin

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ku ji wezîfeyê hate dûrxistin û hate destgîrkirin, diyar kir "Hêza me ya herî mezin gelê me ye. Me serî netewand, em ê serî netewînin."

Piştî ku Şaredariya Îdirê hate desteserkirin, Hevşaredar Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Akkûş dema ji şaredariyê hate derxistin bi ken got, "Bila kenê min bibe derd ji wan re."

'HÊZA ME YA HERÎ MEZIN GELÊ ME YE'

Akkûş piştre li wesayitê hate siwar kirin û ew birin emniyetê. Akkûş di dema destgîrkirinê de bi rêya parêzerên xwe ev peyam şand: "Me nedizî, me newar, me bi we jî neda xwarin, bila ev bibe derd ji we re. Hêza me ya herî mezin gelê me û kenê me ye. Ev jî bila bibe derd ji we re. Me serî netewand, em ê serî netewînin."