Akkopru yê ku ket xendeqa leşkeran jiyana xwe ji dest da

Li Seraya Wanê Adnan Akkopru dema ku xwest sînorê Îranê derbas bike, ket xendeqa ku leşkeran kolabû. Akkopru nikarî ji vê xendeqê derkeve û jiyana xwe ji dest da. Leşkeran jî îddîa kirin ku guran Akkopru parçe kirine û kuştine.

Li gundê Kûrûcan a Seraya Wanê Adnan Akkopru dema ku xwest derbasî sînorê Îranê bibe, ket xendeqa leşkerên qereqola li Kûrûcanê. Akkopru telefonî hevalên xwe kir û diyar kir ku ew ketiye xendeqê û banga alîkariyê kir.

Malbata Akkopru diyar kirin ku sedema kuştina zarokê wan xendeqa leşkeran e, leşkeran jî îddîa red kirin.Leşkeran piştre îddîa kirin ku guran Akkopru parçe kirine.

Cenazeyê Adnan Akkopru ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.