Akademîsyenên zanîngeha Duhokê: Li pêşiya Iraqê xetereyên mezin hene

Akademîsyenên zanîngehên Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoya Iraqê ya di 10’ê Cotmehê de nirxandin û diyar kirin ku hêzên biyanî mudaxeleyî hilbijartinê kirine û li pêşiya Iraqê xetereya şerekî navxweyî heye.

Di 10’ê Cotmehê de li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartinên giştî hatin kirin. Di warê beşdariya hilbijartinê de daxuyaniyên gelekî dijber hatin dayîn. Li gorî daneyên fermî rêjeya tevlêbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû û ji sedî 10’ê  kesên çûbûn ser sindoqan jî dengê xwe şewitandin.

Serokwezîrekî berê Iyyad Allavî yê ku Şîî ye lê wekî pêşengekî Sunnî tê zanîn, beriya eşkerekirina encamên hilbijartinê diyar kiribû ku beşdariya li hilbijartinê ji sedî 12 ye û pirsîbû gelo çima desteya hilbijartinê dibêje beşdarî ji sedî 41 e û gel dixapîne.

Hîndekarên Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zebarî û Kamûran Berwarî hilbijartin û pêvajoya piştî hilbijartinê nirxandin.

GELÊN BAŞÛR Û IRAQÊ JI DESTHILATDARÎ Û PARTIYAN GOTIN ‘EM JI WE BAWER NAKIN’

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kri ku rêjeya beşdariyê gelekî kêm e û hejmarên şaş tên dayîn. Berwarî bal kişand ser vî tiştî ku gel neçûye ser sindoqan û ji desthilatdarî û partiyên wê re gotine ‘Em ji we bawer nakin’.

Berwarî diyar kir li Iraqê 26 milyon kes dikarin dengê xwe bidin lê bi tenê 14 milyonan karta hilbijêriyê stendiye û ji sedî 48’ê hilbijêran ji destpêkê ve hilbijartin protesto kirine. Berwarî got “Ji sedî 70’ê hilbijêran neçûne ser sindoqê. Ji sedî 48’ê gel karta hilbijêriyê bi dest nexistine. Kesên çûne ser sindoqan ne ji sedî 30 ne jî. Li herêma Kurdistanê jî rêjeya tevlêbûna hilbijartinê ji sedî 11-12 ye. Li Hewlêrê jî rêjeya tevlêbûnê ne ji sedî 40 e, ji sedî 17 ye. Li Silêmaniyê ji sedî 18.8 û ji Duhokê jî ji sedî 19,5 e.”

DEK Û DOLAB HATIN KIRIN

Berwarî diyar kir ku ji sala 2003’an û vir ve di hemû hilbijartinên li Iraqê de dek û dolab hene û got “Li Iraqê ji bo 329 kursiyan di vê hilbijartinê de 3240 kes ketin hilbijartinê.  Li Iraq û Başûrê Kurdistanê 14 hezar saziyên çapemeniyê hilbijartin şopandin. Ji xeynî wê ji 2000’an zêdetir çavdêrên navneteweyî qaşo hilbijartin hate kirin. Lê ligel van tiştan jî bi eşkeretî dek û dolab hate kirin. Vê encama ku derketiye holê diyar dike ku ji sala 2003’an û vir ve, di hemû hilbijartinan de dek û dolab tê kirin. Divê were gotin ku ev encam gelê Başûr û Iraqê temsîl nake. Encama duyemîn jî ev ku vê biryara hilbijartina pêşwext plana hêzên navneteweyî û hêzên herêmî ne.”

Berwarî derbarê rêjeya tevlêbûna hilbijartinê jî got ku “Li Iraqê ji nav 26 milyon hilbijêran bi tenê 9 milyon û 77 hezar kes çûne ser sindoqan.  Tabloya parlementeriyê jî ne rastîn e. Gel temsîl nake. Ji ber ku kesên çûne ser sindoqan û dengê xwe dane eşkere ne. Gelên Iraq û Başûrê Kurdistanê neçûn ser sindoqan û diyar kirine ku hûn nikarin pirsgirêkên me yên ekonomîk, siyasî, ewlekarî, demokrasî û aştiyê çareser bikin. Gel bi partiyên heyî desthilatdarî boykot kir û bi eşkeretî got ku hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”

DESTÊ HÊZÊN BIYANÎ HEBÛ

Berwarî diyar kir ku hêzên navneteweyî û hêzên herêmî mudaxeleyî hilbijartinê kirine û got “Li gorî van encaman xuya dibe ku ev bi saya tifaqa di navbera Urdun, Iraq, Tirkiye, PDK û Tirkmenan de ev tişt derketiye holê. Siûdî Erebistan jî di nav de ye. Ev peyman nîşan dide ku dîsa tê xwestin Sunniyan derxînin pêş. Bi vê re jî tê xwestin mudaxeleyî siyasetê were kirin.

Mudaxeleyî Şîîyan jî hate kirin. Mukteda El Sadr ê nêzî DYE û Siûdî Erebistanê derxistin pêş û xwestin Iraqê bêandor bikin. Tê xwestin ku mudaxeleya Tirkiyeyê ya li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê jî meşrû bikin. Bi destê wan dixwazin Sunniyan dîsa derxînin pêş. Di vî warî de mutefîkên Siûdî Erebistanê ne. Bi vê re dixwazin derbeyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin. Bi xurtkirina partiyên ji Başûr tê xwestin ev were kirin. Piştî hilbijartinê di nav Şîiyan de aloziyên cîddî derketin holê. Beriya vê hilbijartainê Şîî bûbûn pênc beş. Her yek nêzî hêzekê bû. Niha bêtir parçe bûn. Tê xwestin Sadr bibe pêşengê Şîîyên li Iraqê. Bi vê re tê xwestin Şîîyên li Îranê werin bêbandorkirin. Lê rewşeke gelekî xetere heye. Dibe ku şerekî navxweyî pêk were. Ji ber ku di vê rewşê de derb li berjewendiya hinek hêzan dikeve. Hêzên ku derb li berjewendiyên wan dikeve wê vê rewşê qebûl nekin. Di tabloyeke wisa de wê hikumet neyê avakirin. Tirkiye jî dixwaze hikumeteke Sunnî û Baasê were avakirin û dixwazin vî tiştî jî bi lihevkirina Sadrê re bikin. Heke ev bi ser bikeve wê Tirkiye heta Kerkûk û Mûsûlê biçe û li wan qadan baregehên leşkerî ava bike.”

DIXWAZIN SUNNÎYAN BIKIN XWEDÎ HÊZ

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Hîşam Zebarî jî  diyar kir hêzên navneteweyî û herêmî bi awayekî eşkere mudaxeleyî hilbijartinê kirine û got “Xwestin di van hilbijartinan de berjewendiya hinek aliyan derxînin pêş. Ev nêzikatiyeke li ser esasê nijadperestî û baweriyê bû. Rêjeya gelê ku boykot kiriye, di hemû hilbijartinan de zêde bû. Beşeke zêde ya gel ev hilbijartin boykot kir. Ev xaleke girîng bû. Xala din a girîng jî hin hêzên navneteweyî û herêmî ji bo piştgiriyê bidin Sunniyan mudaxeleyî hilbijartinan kirine. Bi vê mudaxeleyê re xwestin bandora Îranê kêmtir bikin. Hejmara temsîliyeta komên nêzî Îranê kêmtir kirin. Parlementeriya komên nêzî Siûdî Erebistan û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî jî hate zêdekirin. PDK û Barzaniyan ev encam di xewna xwe de de jî bidîta wê jê bawer nekira. Divê were dîtin ku bi saya mudaxeleyan ev encam stendine. Ji bo vê encamêjî bi hin komên Sunnî, Tirkmen û Şîî jî tifaq û peyman hatine kirin. Bi saya hevkariyê hejmara kursiyên Barzaniyan hatiye zêdekirin. Li Duhokê ji sedî 72’ê gel deng nedane Barzaniyan lê tê îlankirin ku ev qas parlementer hatine hilbijartin. Ev çawa pêk hatiye?”

Zêbarî diyar kir ku ev boykot bi kêrî desthilatdariyê tê û got “Li Mûsûlê partiya PDK û Barzaniyan dengekî kêm stendine lê diyar dikin ku wan çend parlementer bi dest xistine û vî tiştî  wekî serfirazî diyar dikin. 

Zêbarî pirsî gelo PDK’ê çawa li Nînowa ango li Mûsûlê 9 parlementer bi dest xistiye û got “Heke li ser vî tiştî bisekinin em ê mudaxele û dek û dolaban baş bibînin. Li Mûsûl û derdora wê PDK’ê nekarî tu propagandayê bike. Gel nehişt PDK têkeve Şengalê û diyar kir ku wê dengê xwe bidin PADÊ. Lê çima namzetê PADÊ nehate hilbijartin. Ev jî diyar dike ku dek û dolab hatine kirine û ji bo ku PDK bi ser bikeve mudaxele hatiye kirin."