BI DÎMEN

Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê geş dibe

Agirê Newrozê li gundewarên Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hate dadan. Li dora êgir govend hate gerandin.

Li gel zext û zordariya hêzên dewletê jî li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin.

Li gundewarên bajarê Sine yên weke Avîheng, girseyên gel li hev kom bûn û agirê Newrozê dadan.

Şêniyên gund bi cil û bergên xwe yên rengîn ku bi biharê re dibe yek, li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin.

Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn.

Newroz her wiha li Qelaya Ciwanro bi coş hate pîrozkirin.