Agirê Newrozê li qadên gerîla hate pêxistin

Agirê Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîla ve hate pêxistin.

Agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîla ve hate pêxistin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin û dest bi pîrozbahiyê kirin.

Li dora agirê Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Newroz pîroz be" qîriyan.

Piştre jî bi meşaleyan dest bi meşê kirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya gerîla bi gerandina govendê bi dawî bû.