Agir Stêrk û Mehmet Axîn hatin bîranîn

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê bi wesîleya salvegera şehadeta Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglû / Êlih / Şukran-Alî) û Mehmet Axîn (Rênas Benek / Wan / Ayfer-Kazim) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku Kurd di dîroka xwe de her tim ji bo hebûnê têkoşiyan û bi rengekî bêhempa li ber xwe dan, lê belê ti dîrokê ji fedakariya her timî ya bi rengê fedayî yê milîtaniya PKK'ê re şahidî nekiriye û hate gotin, ji ber vê yekê şehîd temsîla asta herî bilind a fedayîtiyê ne ku pîvana bingehîn a civakîbûnê ne. Komîteyê destnîşan kir, "Ji ber vê yekê PKK partiya şehîdane ku ya wan kesên di oxira jiyana azad a gelê xwe de dikarin canê xwe feda bikin. Lewma soza pêkanîna hesreta şehîdan xeta bingehîn a jiyanê ya her şervanên azadiyê yên sax in."

MEŞA HÊVIYÊ YA GELEKÎ YE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şehîdan li dijî mêtingeran welatekî ji agir afirandin û hate gotin, "Ew bûn jiyaneke nû ku ji ronahiya çavên Kurdistanê mîna çemekî herikîn, ji bejahiyê ve xwe gihandin bajaran, ji bajaran xwe gihandin kolanan, ji kolanan xwe gihandin malan, ji malan xwe gihandin gerdûnê û bûn rengê ji hezaran şêweyî. Meşa azadiyê meşa şehîdane, meşa berxwedêrên mezine û meşa hêviya gelekî ye ku rabûye ser piyan. Milîtanên PKK'ê bi vê bîr û baweriyê dema ketin hembêza xakê ti carî bawer nekirin ku mirin. Baş zanîbûn ku di nefesa xwe ya dawî de wê hemû jiyanê hembêz bikin, lewma xwe ji ti fedakariyê venegirtin, di têkoşîna herî giran de canê xwe feda kirin.

Şehîdên PKK'ê yên ku ji rojên destpêkê yên meha Kanûnê ketin hembêza xakê di tevahiya dîroka PKK'ê de nîşanî me da ku ev rastî bi vî rengî ye. Di meha Kanûnê de du hevrêyên me yên ji me re bûn ruh û hêvî tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Agir Stêrk-Abdullah Osmanoglû û Mehmet Axîn-Rênas Benek di 17'ê Kanûna 2018'an de şehîd bûn.

JI ÊLIHÊ BER BI ELMANYAYÊ

Hevrêyê me Agir Stêrk-Abdullah Osmanoglû di sala 1993'an de li Êlihê ji dayik bû û di sala 2017'an de ji Elmanyayê tevlî refên partiyê bû. Hevrê Agir li Êlihê ji dayik bû jî li Elmanyayê mezin bû. Li Elmanyayê 18 salan ma û 14 salan çû dibistanê, herî dawî li zanîngehê beşa elektronîkê xwend. Piştre dest bi jiyana pîşeyî kir. Ji ber ku li nava derdoreke welatparêz mezin bû zû Tevgera Azadiyê nas kir û di serî de karên ciwanan tevlî karên giştî bû. Ji ber ku mîna zimanê dayikê bi gelek zimanan zanî bû ev yek ji bo wî di kar de bû avantaj. Tevî ku ji welêt dûr mezin bû, çanda xwe ji xwe re kir esas û ji gelek hevalan hîn baştir bi zimanê xwe yê dayikê diaxivî û dinivîsand.

MIROVEKÎ TÊGIHIŞTÎ BÛ

Hevrê Agir ku gelekî têgihiştî bû di demeke kurt de hînî kar bû û xeyalê xwe her tim welat û gerîla bû. Li nava refên têkoşîna azadiyê ku bi rengekî profesyonel tevlî bû her wiha bi israra xwe di sala 2018'an de xwe gihand çiyayên azad. Piştî ku tevlî perwerdeyekê bû partiyê xwest wî ji nû ve bişîne Ewropayê, lê belê wî ev yek red kir û ji bo tolê ji mêtingeriyê hilîne şensek xwest ku bi rengekî çalak di nava refên gerîla de li çiyê bimîne. Li ser vê yekê partiyê biryar wergirt ku hevrê Agir demekê li çiyê bimîne, gerîla nas bike, bi vî rengî hîn bêhtir xwe xurt bike û li çiyê di karê gerîla de wezîfedar kir.

NAMZETEKÎ BAŞ Ê GERÎLA BÛ

Hevrê Agir bi rûyê xwe yê li ken, bi sempatîkbûna xwe, bi fedakariya xwe, bi dilnizimiya xwe, her wiha ji ber ku demeke dirêj spora şer kir bi çalakbûna xwe zû hînî çiyê bû. Hevrê Agir li ser vê bingehê tevlî kar bû, lê belê bi rengekî bêşensî di 17'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de tevî hevrê Mehmet Gûyî tevlî karwanê şehîdan bû.

DI TEMENEKÎ CIWAN DE TEVLÎ BÛ

Hevrê Mehmet Axîn-Rênas Benek ku tevî hevrê Agir tevlî karwanê şehîdan bû, di sala 2000'î de ji dayiyk bû û di sala 2016'an de tevlî nava refên partiyê bû. Hevrê Mehmet ji ber ku dema tevlî bû temenê wî biçûk bû, piştî perwerdeya şervanên nû li eniyên pişt li gel hevalên wî hate bicihkirin. Hevrê Mehmet bi çalakbûna xwe û karkeriya xwe her tim xwest xwe bi pêş ve bixe û mîna mirovekî gelekî têgihiştî tevdigeriya. Ji ber ku ji malbat û derdora wî gelek gerîla û şehîd hebûn di temenê biçûk de partî nas kir û zû hînî çanda Apoyî, çanda partiyê û çanda gerîla bû. Hevrê Mehmet bi rûyê xwe yê li ken û sekna xwe ya sempatîk ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin.

SOZA JI BO AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ

Hevrêyên me Agir Stêrk û Mehmet Axîn ku hîn nû tevlî nava jiyana gerîla bû bi rengekî bêşens ji ber êrişên artêşa Tirk a faşîst qirker mêtinger tevlî karwanê şehîdan bûn. Em soz didin ku em ê Kurdistaneke azad û serbixwe ku hesreta mezin a wan bû diyarî gelên xwe bikin. Di şexsê her du hevrêyên xwe de em vê sozê didin şehîdên xwe hemûyan û gelê xwe. Di serî de malbatên her du hevrêyên me yên şehîd em pê piştrast in ku malbatên me yên şehîdan û gelê me wê li gorî bîranîna hevrêyên me Agir û Mehmet tevbigerin û bang li wan dikin ku li dijî faşîzmê hîn bi xurtî têbikoşin."