AFP: Li Efrînê dizî û talanê dest pê kir

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand, li navenda Efrînê ku ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatiye dagirkirin, xaniyên sivîlan û avahiyên saziyan tên talankirin.

AFP'ê wêneyê dizî û talanê ku hêzên dagirker li navenda Efrînê dike, ji aboneyên xwe re ragihand.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûiryeyê diyar kir, piştî ku leşker û çetyeên Tirk ketin nava Efrînê dest bi talankirina malên sivîlan, avahiyên siyasî û leşkerî û dikanan kirine."

Nûçegihanên AFP'ê yên li herêmê diyar kirin ku wan dîtine ku dikan hatine talankirin û çeteyên bi navê 'serhildêr' têne pêşkêşkirin, xwarin, bizin, betanî li pîkap û motorsîkletan bar kirine û ji bajêr derxistine.

Ragihandin ku wesayit bi taybetî li traktoran siwar kirine û birine. Şêniyekî bajêr ji AFP'ê re ragihand ku çeteyan danê sibehê dest bi diziya wesayitan kirine û dikan talan kirine.