BI DÎMEN

Accac: Ji Babê ta bi Raîyê em ê hemû qadan azad bikin

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ebû Accac: Ji Babê bigirin ta bi Cerablûs û ji wir jî ta bi Raîyê em ê van hemû deveran azad bikin.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Babê Ebû Accac dagirkeriya bi ser xaka wan de û helwesta wan a li dijî vê dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxand.

Dagirkirina Babê ya ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve û piştre jî di ser Minbicê re provakasyonên ku pêk tên ji hêla gel û şervanên herêmê ve bi berxwedanê tê bersivandin. Dewleta Tirk û çeteyên girêdawî wê di ser Babê re gefê li Minbicê dixwin. Bi obûs û tangan li gundên qadên dixin û ev  jî ziyanê dide. Accac vê rewşe weke pêleke êrîşa ya nû bi nav dike û dibêje, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin dewleta Tirk û çeteyên wê wê nikarin bikevinê û wiha domand:

'Erdogan çi ji me dixwaze? Osmaniyan 450 salî ev der dagir kirin lê dîsa jî me azadiya xwe bi dest xist. Erdogan bi Osmaniyeke nû dixwaze van deran dîsa bi dest bixe û me bike kole lê e mê qet destûra vê nedin. Heke em vê têkoşînê bi ser nexin jî zarokên me wê berdewam bikin, jinên me wê şer bikin. Jinên me wê xwe tevlî vê têkoşînê bikin û dagirkeriya Osmanî asteng bikin.''

Ebû Accac bang li wan çeteyan kir ku li cem dewleta Tirk in û wiha got: '' Ez bang li wan dikim ku ji bo pereyan li cem Tirkan in, werin xaka xwe, cem nirxên xwe. Welatê wê ev der û yên ku divê hûn li cem wan bimînin gelê we ye. Em ê ji bo azadiya van xakan em li dijî dewleta Tirk û hem jî dijî hevalbandên wan şer bikin. Veger ji vê rêyê nîn e. Em ê van xakan bi teqezî azad bikin. Bab wê azad bibe.''

Accac diyar kir ku armanca wan ne tenê azadiya Babê ye û got armanca wan hemû xaka dagirkirî ye û wiha di nav de çû: ''Ji Babê bigirin ta bi Cerablûsê û ji wir jî ta bi Raiyê em ê van deran azad bikin. Heta ku yek ji me sax be em van deran ji Erdogan re nahêlin, her roj bi tang û topan, bi balafiran li gundên me dixe, li mal û gelê sivîl dixe. Bila bi ser leşkerên weke min de werin. Li vê qadê bi giştî gelê Ereb û Tirkmen dijîn. Ev gel dixwazin bi Kurdan re bi aştî bijîn. Kurdan çi ji Erdogan kirine ku her roj wan dike hincet her Ereb û Tirkmenan qeti dike û gundên me vala dike. Em weke zarokên Babê em ê li dijî vê dagirkeriyê û vê komkujiyê bêdeng nemînn. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe  ji bo ku em xaka xwe azad bikin li dijî dagirkeran em ê şer bikin.''