Abdulkerîm Akdogan: Gever veguherandine girtîgeha vekirî

Abdulkerîm Akdogan diyar kir ku deshiltdariya AKP-MHP’ê Gever veguherandiye girtîgeha vekirî û got: “AKP tehamulî encamên serketina HDP’ê ya nekiriye û ji ber vê yekê bajar û navçeyên keleha HDP’ê ne ji xwe re kiriye armanc."

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera 13'ê Adar-31'ê Cotmeha 2016'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser qedexeya 79 rojî de 5 sal derbas bûn. Di dema van qedexeyan de di ser 5 hezarî re xanî û kargeh hatibûn texrîbkirin û bi deh hezaran mirov koçber bûbûn. Dewleta Tirk piştî ku Gever xira kir, li aliyekî demografiya herêmê diguherîne û li aliyê din jî fihûşê dide kirin û tiryakê belav dike.

Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan polîtîkayên taybet ên li ser navçeyê û zextên dewletê yên li ser civakê ji ANF’ê re nirxand. 

‘DIXWAZIN CIVAKÊ BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKIN’

Akdogan anî ziman ku AKP tehamulî encamên serketina HDP’ê ya hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an nekiriye û ji ber vê yekê bajar û navçeyên keleha HDP’ê ne ji xwe re kiriye armanc û şer serûbin kiriye. Akdogan da zanîn ku piştî Gever ji aliyê dewletê ve hate wêrankirin, ji sala 2016’an û vir de jî dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike û wiha axivî: “Daxwaze gelê me tenê aramî, wekhevî û azadî ye. Em timî di nava gel de ne û gel timî tîne ziman ku çiqas zikê me têr jî be, ger ku hiqûq û azadî tine be li wê herêmê ti carî aramî jî çênabe. Ji xwe li herêmê li ser gelê Geverê polîtîkayên taybet têne meşandin. Dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin û civakê ji rastiya wan dûr bixe. Dewlet dixwaze bi vê polîtîkayê civakê bi xwe ve bide girêdan û hewceyî xwe bike. Bi vê ve girêdayî dixwazin demografiya navçeyê biguherînin.”  

‘GIRTÎGEHA VEKIRÎ’

Akdogan destnîşan kir ku bi qedexeyên li herêmê dest û lingên xelkê herêmê hatiye girêdan û wiha pê de çû: “Ji sala 2017'an û vir ve di bin navê herêmên leşkerî û ewlehiyê de ji sedî 80'yê bajarê me hatibû qedexekirin. Deverên ku xanî û avahî lê tine ne hemû hatine qedexekirin. Mirov nikarin biçin warê xwe. Nikarin biçin gundên xwe û zozanên xwe. Hin herêm jî hene ancax bi destûrê dikarî biçî. Lê gava îkametgeha we ne ya wan deran be, hûn nikarin biçin. Îkametgah hebe jî hûn dikarin li gor kotayeke diyarkirî eşya bi xwe re bibin. Ev 4 sal in ev qedexe didomin û bi vê jî mirov nikare êzingan berhev bike, tu nikarî çandiniyê bikî, tu mecbûrî birçî bimînî, gava tu birçî bimînî tu yê li ber min serî bitewînî' tê ferzkirin. Bi vê yekê ve girêdayî mirov dikare bibêje Gever veguherandine girtîgeha vekirî. Lê gel ti carê li dijî van polîtîkayan serî ne tewadiye.”

‘AKP QANÛNÊN LI GORÎ XWE DERDIXE’

Akdogan bilêv kir ku qedexeyên li Geverê ne hiqûqiye û wiha dom kir: “Dema qedexekirina lidarxistina çalakî û xwepêşandanan bi hinceta pandemiyê tê dirêjkirin. Berî çend rojan ji bo Şehîd Denîz Poyraz me daxuyanî da û ji bo daxuyaniyê asteng bikin bi sedan hêz şandin cihê daxuyaniyê. Min li wir ji midûrê polîsan bi xwe re jî got, ‘Tişta niha hûn li vir dikin, ne qanûnî ye. Belgenameya ku ji hêla walî ve hatiye amadekirin gelo li ser Qanûna Bingehîn de ye’. Em ti carê vê qedexeya walî qebûl nakin û ti carê jî em li gorî daxwaza wan tevnagerin. Hikûmet ji bo ku desthilatdariya xwe li ser lingan bigre jinûve qanûnan derdixe û van qanûna jî li ser gel ferz dike.”

‘LI SER CIWANAN POLÎTÎKAYEK TAYBET TÊ MEŞANDIN’

Di berdewama axaftina xwe de Akdogan anî ziman ku li Geverê polîtîkayên taybet li ser ciwanan jî tê meşandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li Geverê di bin kontrola dewletê de madeyên hişberiyê li ciwanan belav dikin. Her wiha bi taybet êrişî jin ên ciwan dikin û li herêmê berê ciwanan didin fihûşê. Fihûşê li ser jinên ciwan didin ferzkirin. Bi taybet polîs û hêzê dewletê di vî alî de hatine wezîfedarkirin. Bi vê polîtîkayê dixwazin ciwanan ji rastiya wan bidin dur kirin. Li gelek cihan jî em lê rast hatin ku polîs gefan li ciwanan dixwin û dibêjin, ‘bi siyasetê ve mijûl nebin wekî din hûn çi dikin bikin’. Divê ciwanên me xwe ji hemû polîtîkayên wiha biparêzin û rê nedin van polîtîkayên qirêj ku bajarê me serobin bike.”