Abdulhamît Poçal ê li Cizîrê birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal ê di nav kesên dema birîndar û yên jiyana xwe ji dest dayî ji Taxa Cûdî ya Cizîrê radikirin û hatin gulebarankirin de bû, jiyana xwe ji dest da.

Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal ê di nav kesên dema birîndar û yên jiyana xwe ji dest dayî ji Taxa Cûdî ya Cizîrê radikirin û hatin gulebarankirin de bû, jiyana xwe ji dest da. 

Li Cizîrê terora dewletê di roja 38. de didome, tevî biryarên DMME ya “tedbîrê” jî Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî di nav de koma ji bo girtina 4 birîndar û cenazeyên Serhat Altûn, Ahmet Tûnç û Mehmet Kaplan çûn Taxa Cûdiyê, rastî gulebarana hêzên dewleta Tirk hatin. Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdulhamît Poçal ê di êrîşê de bi guleya ji serê xwe bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hat diyarkirin ku endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Selahattîn Ecevît ê di êrîşê de birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê jî polîsan hewl dan bi zorê binçav bikin.