Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava hate êşkencekirin hate girtin
Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava hate binçavkirin û êşkencekirin, li gel keyê gundê Cibilgirava hate girtin.
Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava hate binçavkirin û êşkencekirin, li gel keyê gundê Cibilgirava hate girtin.
Abdî Aykût ê li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku hate binçavkirin û êşkencekirin li gel keyeyê gundê Cibilgirava Mûzaffer Sari hatin girtin. Abdî Aykût, Sabrî Bayhan û keyeyê gundê Cibilgirav Mûzaffer Sarî ên ku li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sari û Aykût bi îdîaya “Alîkarîdayîna rêxistinê û bi cih dayînê” hatin girtin û Sabrî Bayhan jî hate berdan.