Ûmût ê 4 salî ku polîsan birîndar kir di beşa lezgîn de ye

Zarokê bi navê Ûmût O. Yê 4 salî ku polîsên Tirk li Hezexê bi wesayîtê lêxistin, di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê ragirtin.

Polîsan li Taxa Jêrîn a Navçeya Hezex a Şirnexê bi wesayîtê li zarokê 4 salî Ûmût O. qeliband û bi giranî birîndar kir. Zarokê rakirin nexweşxaneyên taybet a Êlihê hê nehatiye ser hişê xwe. Duh piştî nîvro polîsan bi wesayîta sivîl li zarokê 4 salî Ûmût O. li pêş malê dilîst qelibandin û bi giranî birîndar kirin. Ûmût O. yê ku di bin wesayîtê de ma, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Ji ber rewşa Ûmût O. giran e ji Cizîrê jî sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê kirin. Ûmût ê li Nexweşxaneya teybet a Êlihê tê dermankirin hê nehatiye ser hişê xwe û di beşa lezgîn de tê girtin.

Malbatê di derbarê rewşa zarokê 4 salî Ûmût de agahî dan û diyar kirin ku dema Ûmût li ber malê dilîst polîsan bi wesayîta sivîl lê qelibandin û ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûye. Destnîşan kirin ku Ûmût niha di beşa leşzgîn de tê girtin. Ji ber kezeba wî avê kom dike niha hatiye razandin û di bin kontrola zêde de tê girtin.