Ûca: Duh Toros ên spî hebûn, îro ÎHA û SÎHA hene

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Ûca nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên li Licê û Colemêrgê yên li dijî sivîlan da û got, "Komkujiyên ku salên 90'î bi JÎTEM û Torosên spî dihatin kirin, îro bi ÎHA, SÎHA, helîkopter û maşînên zirxî tên kirin."

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca diyar kir, ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkayeke komkujiyê ya topyekûn li dijî Kurdan tê meşandin û destnîşan kir, ku bi rêya vê polîtîkayê hewl tê dayin demografiya Kurdistanê were guhertin.

Ûca got, "Li Sûrê xanî tên xerakirin û mirov bi zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Li Şirnexê bi heman rengî malên welatiyan tên xerakirin û tên valakirin. Li Nisêbînê jî rewşeke bi heman rengî heye. Yanî, polîtîkayên komkujiyê yên îro li Kurdistanê tên meşandin salên 1990'î derbas kirine. Komkujiyên li sivîlan dihatin kirin, duh bi destê Mehmet Agar dihatin kirin. Îro nav hatiye guhertin, lê komkujî dewam dike. Ji bo pêşî li nîqaşkirina komkujiyên sivîlan bê girtin, bi navê 'Têkoşîna li dijî Terorê' mirov tên kuştin. Lê ev polîtîkayên dewletê, çawa berê bi ser neketin, îro jî wê bi ser nekevin."

'ŞAGIRTÊN ÇÎLLER'

Ûca nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên walîtî û Wezareta Karên Hundir ên piştî komkujiyên li Licê û Colemêrgê da û got, "Salên 90'î Toros hebûn, îro jî ÎHA û SÎHA hene."

Ûca wiha dewam kir: "Şagirtên Tansû Çîller û Mehmet Agar îro li Tirkiyeyê siyasetê dikin. Zîhniyeta Mehmet Agar îro jî komkujiyan dike. Navê Tansû Çîller ji bo parlamenteriyê tê nîqaşkirin. Ev bi tena serê xwe nîşan dide bê em di rewşeke çawa de ne."

Ûca diyar kir, ji Stenbol û Îzmîrê bêhtir wêneyên Tayyîp Erdogan li Amedê hatine daliqandin û mîna ku tevahiya Kurdistanê dagir kiriye, tevdigerin.

Feleknas Ûca got, "Bi vê dagirkeriyê re komkujî jî tên kirin. Hemû komkujiyên bi SÎHA, ÎHA û wesayitên zirxî tên kirin, polîtîkaya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi rengekî vekirî radixe pêş çavan. Bi xwe mikur hat û got, 'dibe ku şaşitiyên biçûk çêbibin'. Divê mirov vê mikurhatinê baş fêhm bikin. Xwe sûcdar nabîne, wesayitê weke sûcdar nîşan dide. Ji bo yên li Roboskî yan jî cihên din komkujî kirin û fermana komkujiyê dan neyên sûcdarkirin, dixwazin guneh bavêje ser wesayitan. Dixwazin bêjin, ÎHA, SÎHA sûcdar in û xwe ji nav derxînin. Lê belê wê nikaribin ji vê birevin."

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE...'

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca got, "Divê dewlet dest ji van polîtîkayên xwe berde. Em baş dizanin bê gotina 'hevkar' tê çi wateyê û kî 'hevkar' e. Em baş dizanin bê kê ferman dane ÎHA û SÎHA. Em ne xerîbê vê ne. Bila gelê me baş zanibe; heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî van têbikoşin."