Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê

Di encama vê xebatê de ez gihîştin wê baweriyê ku Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pir nêzik bûye. Ez bawerim di rojên pêş de em ê şahîdiyê ji şoreşeke rengîn re bikin. 

Têkoşîna şoreşgerî ya Rojhilatê Kurdistanê her bala min dikşand. Di her firsendê de der heqê çand û gelên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê de ez tiştekî din fêr dibûm. Lê di her fêrbûyineke de jî ez careke din qaneh dibûm ku ez di vê mijarê de pir kêm tiştan dizanim. Bi vê mabestê dîtina vê erdnigariyê û naskirina van çandan her di dilê min de bû û li ser vê xweziya xwe, ez her di nava lêgerînan de bûm. Ji bo ev daxwaza xwe pêk bînim di van demên dawî de jî min hewil dida ku hin beşên bernameya Ramanên Çiya ku di Stêrk Tv de tê weşandin li gel sazî û kesayetên têkoşer yên Rojhilatê Kurdistanê çêbikim. Di dawiya dawî de min ji bo vê yekê fersend dît û li gel Şoreşê ku hevalê min yê kameravan e em ketin rêyeke ku her kêliyeke wê mirov şanaz dike.

Weke her cihekî Kurdistanê xeteriyên vê rêyê jî hebûn. Lewma li ser rêka me qereqol û paygehên hêzên dagirker û hevkarên wan hebûn. Lê kesên xwedî ezmûn ku bûbûn hevalên me yên rê baweriyeke mezin didan me. 

Hê ji dûr ve çiyayên Rojhilatê Kurdistanê ku beşeke girîng a rêzeçiyayên Zagrosan e bi heybeteke mezin dixûyin. Maşîneya me ku bi ew heybeta rêzeçiyayên Zagrosan cezb bûye hêdî bi hêdî di rêyên gundan de ber bi jor ve hildikişiya. Lê bêyî ku têra xwe bi ew xweşikbûyinên çavên mirov dadigre şa bibe, neçar ma ku vegere. Lê em rêka xwe bi peyatî berdewam dikin.

Em li ser şîvereyeke biçûk ber bi kûraniya daristanê ve diçin. Rêberê me der heqê mijarên ewlehiyê de her me şiyar dike. Car caran jî bi heman mabestê em ji şîvereyê jî derdikevin û di nava daristanê de rêyeke din hildibijêrin. Di encama van qeîde û rêgezên rê de ku em dubare sêbare pêk tînin em fêm dikin ku rêberê me di vê mijarê de hostatiyek pêş xistiye. Her wiha ji ber ku em fêrî wan rêyan nebûne, ew jî neçar dimîne ku li gorî tempoya me bimeşe û derengî bikeve. 

Piştî meşa bi saetan em digihêjin komeke gerîlayên YRK (Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê). Gerîlayê bi navê Mazlum pêşwaziya me dike û cihê bêhnvedanê nîşanî me dide. Mazlum geriyakî ji Urmiyê ye û 3-4 sal in tevlî YRK bûye. Bi me re Kurmancî daxife. Hemû pirsên me yên der heqê gerîlayên YRK û HPJ (Hêzên Parastina Jinê) de bi dilnizmî dibersivîne. Lê ji me dixwaze ku em wêne û dîmenên wî nekşînin. Mazlum dibêje, "hinek kes gerîla tenê weke kesên ku şer dikin dinirxînin, lê li Kurdistanê bêyî ku mirov bigihêje çand û exleqeke şoreşgerî û civakî mirov nikare gerîlatiyê bike. Her tişt bi jiyan û kesayetê dest pê dike. Di dema xwe de gelek tevgerên ku li Rojhilatê Kurdistanê xwestine şer bikin hene, têra xwe şer jî kirine. Lê wan di jiyan û felsefeyê de winda kirine. Divê di heman demê de ji bo gelan jiyan û pêşdîtineke te ya alternatîf hebe. Ger îro li Îranê ji her gel û baweriyeke ciwanan berê xwe dabin YRK û HPJ û bi salan li van çiyan ber xwe didin, sedema herî girîng ew e."

Dema ku em gerîlayên din ên wê derê nas dikin û yekîneyên din ên YRK û HPJ dibînin, em baştir fêm dikin ku Mazlum dixwaze çi bibêje. Tiştê ku di destpêkê de bala me dikşîne ji her cihekî Îranê kesên ku beşdarî nava refên gerîla bûne hene. Ji her çand, ziman û baweriyeke kesên tevlî gerîlayên YRK û HPJ'ê bûne me dîtin; Fars, Azerî, Belûc, Kurmanc, Soran, Kelhor, Misilman, Şîa, Yarsan, Elewî...

LI ÎRANÊ XETA SÊYEMÎN

Hemû hêz, sazî û komelgehên Rojhilatê Kurdistanê jî di bin sîwana KODAR'ê de cihê xwe digirin. KODAR (Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê) nûnertiya van gel, çand û baweriyan dike. Ji ber vê yekê em dixwazin li gel rêveberekî KODAR'ê bernameya xwe çêbikin. Di encama gelek hewildanan de em soza hevpeyvînê endamê desteya rêveber ê KODAR’ê Mazlum Heften digirin. Gava ku Mazlum Heften di dema ku diyar kiriye de tê em yekser kamerayên xwe vedikin, cihê xwe amade dikin û li bin dareke dest bi hevpeyvînê dikin. Heften bi xwe jî Yarsan e û zimanê dayika wî Kelhorî ye. Weke şertekî datîne pêşiya me ku wê bi Kelhorî baxife, em jî xwesteka wî qebûl dikin. Ji xwe di nava gerîlayên YRK'ê de her gerîlayek bi ziman û zaravayê xwe daxife, lê hev û din fêm dikin. Ji bo cihekî din mirov dikare bibêje ku pirzimanî hebe jî, falan ziman serwer e. Lê ji bo Rojhilatê Kurdistanê mirov nikare tiştekî wisa bibêje. Bi vî awayî Mazlum Heften jî pirsên me yên Kurmancî fêm dike, lê bersivên xwe Kelhorkî dide.

Heften diyar dike ku "li Rojhilatê Kurdistanê gelek sazî û komelgehên şoreşger ku li hemberî rejîmê têkoşînê dimeşînin hene. Lê ji bo ku ev rêxistin hemû di bin sîwaneke de kom bibin û hemû gel û çandên Îranê bikaribin nunertiya xwe tê de bibînin KODAR hatiye avakirin. Di rêveberiya wê de jî piraniya van gelan nunertiya xwe dibînin. KODAR da ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pergaleke demokratîk a civakî pêş bikeve têkoşînê dimeşîne." Em ji Heften dipirsin ka têkiliya wan li gel hêz û derdorên din ku li dijî Îranê ne çi ye. Li hemberî pirsa me Heften dibêje, "em pişta xwe bi ti hêzan ve girê nadin, em li ser esasê heza xwe têdikoşin. Em ne rejîma Îranê û hevkarên wê ku li ser civakê tundiyê ferz dikin qebûl dikin, ne jî dibin amûrê hêzên navdewletî ku li gel rejîma Îranê nakok in. Lewma em xeta seyemîn in. Xeta seyemîn li gorî mozaîka Îranê pergaleke nû ya civakî ava dike. Kî vê pergalê qebûl bike em dikarin pê re têkilî daynin, ger li ser vê pergalê û civakê êrîş çêbe jî, kî dibe bila be em ê civaka xwe biparêzin."

PJAK PARTIYEKE NETEWEYÎ Û GERDÛNÎ YE

Di encama gelek hewldan û meşeke dirêj de me karî li gel hevserokên PJAK'ê Zîlan Vejîn û Siyamend Muînî jî hevpeyvîn bikin. PJAK'ê jî weke yekîneyeke gerîla xwe li çiya bi cih kiriye û di nava jiyana gerîla de ye. PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê), di 2004'an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin. Bi pergala hevserokatiyê tê rêvebirin. Her wiha piraniya rêvebirên PJAK'ê jî jin in. Bavê hevserok Siyamend Muînî jî, têkoşerekî kevn ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Lê di encama komployekê de milê PDK-Î tê radestî dewleta Îran tê kirin û tê kuştin. Muînî bi xwe Soran e û bi Soranî ji me re daxife. Hevseroka jin Zîlan Vejîn jî Kurmanc e. 

Hevserok dibêjin, "PJAK, bi armanca li Îranê jiyan û zîhniyeteke azad pêş bixe ava bûye û îro bûye hêviya hemû gelan. Hemû derdorên ku li dijî pergala Îranê ne û di bin zextên dewletê de jiyan dikin dikarin li derdora PJAK'ê kom bibin û têkoşîna xwe bimeşînin." Li ser pirsa me hevserok dibêjin "PJAK ne tenê partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, di heman demê de piştgiriyê dide hemû tevgerên şoreşger ên Kurdistanê û ji bo parastina hemû gelên Rojhilata Navîn xwe berpirsyar dibîne. Dema DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, hêzên me jî mûdaxale kirin û gelên Başûrê Kurdistanê parastin. Her wiha ji bo ku kongreya netewî were darxistin û pirsgirekên di nava Kurdan de çareser bibin em her di nava hewildanan de bûn. Ne tenê ji bo Kurdan jî, di destpêkê de gelên Îranî em bi felsefeya Rêber Apo ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jiyan û pergaleke nû pêş dixin."

Piştî hevpeyvînê hevserokên PJAK'ê me vedixwînin pîrozbahiyeke gerîla. Em bi kêfxweşî xwesteka qebûl dikin. Ji bo vekirina dewreyeke Akademiya Şehîd Akîf şahiyek tê lidarxistin. Piştî ku şagirteke vê akademiyê hest û nêrînên xwe yên ji bo tevlêbûna dewreyê tîne ziman, komên şanoyê û stranan derdikevin ser dikê. Şanoyên henekî yên li ser rayedar û rejîma Îranê û şanoyên ku hêvî û daxwaziya jiyana azad tîne ziman tên pêşkeşkirin. Piştî şanoyê bi stranên şoreşgerî yên koma gerîla coş û kelecanî digihêje lutkeyê. Lê ti tişt nikare cihê govendê bigre. Hemû gerîla bi hev re radibin ser piyan û di dîlanê de cihê xwe digirin. Dema ku nûnertiya hemû çandan di nava şoreşê de hebe, dîlan jî pir rengîn dibin. Ez bawer nakim ku li cihekî din, govendên ew qesî rengîn hebin. Ev dîmen careke din gotina "şoreş dîlana gelan e" tîne bîra min. Lê ji ber hevpeyvîneke din rêyeke dirêj li benda me ye û em neçar dimînin ku ji cihê şahiyê derkevin.

JIN Û CIWAN PÊŞENGEN ŞOREŞÊ NE

Di nava van çend rojan de, ku ez ti carî ji bîr nakim, tiştê ku herî zêde bala min kişand gerîlayên jin ku ji her cihekî Îranê tevlî şoreşê bûne bû. Cihekî weke Îranê ku li jinan ew qesî zext û ferzkirin hene çawa ewqas jin tevlî nava refên gerîla bûbûn? Jina ku di nava vê rejîmê de hatiye bêdeng kirin û jiyan lê hatiye tengavkirin çawa dikarî rêbertiye pêşengtiyên ew qesî mezin re bike? Ew pirsa di serê xwe de rêvebireke KJAR'ê (Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê) Ozgur Soma dipirsim. Soma dibêje, "dema di nava pergala îro ya Îranê tê mezîkirin, reng û dengê jinê naye dîtin. Lê li Îranê kevneşopiyeke azad ya jinê heye. Di dîroka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de gelek jinên ku pêşengtî ji berxwedan û serhildanan re kirine hene." Li posterê gerîlaya bi navê Kawenda ku di kemîneke de jiyana xwe dest daye mêze dike û axaftina xwe bi dengekî berztir didomîne. "Li ser kevneşopiya wan jinan, lehengên jin îro jî şer dikin û şehîd dikevin. Her çiqasî tine bên hesibandin jî, ger îro ev çandên li ser erdnigariya Îranê xwe li ser piyan girtibin û di Îran'ê de pir-rengiyek hebe di saya jinê de ye. Bi taybetî dema ku jin rêyeke têkoşîne ji xwe re bibîne, dikare mohra xwe li gelek pêşketinên şoreşgerî bide. KJAR'ê ji bo jinên Kurd, Fars, Azerî û Belûcî rêyeke wisa vekir. Îro hemû jin bi ala KJAR'ê di nava şoreşê de cihê xwe digrin û li hemberî rejîma tundrew a Îranê têkoşîna xwe pêş dixin. Rast e hê jî li Îranê jin tên sêdarekirin, di salên biçûk de tên zewicandin, dikin amûrê madeyên hişbir û destdirêjiyê; lê hûn bi xwe jî dibînin ku dema qadên azad vedibin, jin beriya her kesî/ê ber bi azadiyê ve dibezin. Ji ber vê KJAR'ê heya niha risteke mezin lîst û wê her ew rista xwe ya pêşengtiyê bilîze." Dema Soma van tiştan tîne ziman, mirov fêm dike ku hêrs û rikeke mezin di hundirê wê de heye. Lê di dawiya her hevokeke xwe de hêviya pêşerojên azad bi lev dike. Her wiha di çav û mîmîkên rûyê wê de mirov germbûyineke ku naye tarîfkirin hîs dike. 

Ji bo ku em li gel endamên KCR (Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê) jî hevpeyvîneke çêbikin, me xwesteka xwe ji wan re ragihandibû. Her çiqasî xwesteka me erenî hatibe dîtin jî, ji ser dema ku hatiye diyarkirin re seat derbas bûn, lê nehatin. Di kêliyeke ku êdî me hêviya xwe qutkiribû de me careke re dît ku di nava koma gerîla ku em kiribûn mêvan de gengaşiyek çêbû, heya ku em bipirsin ka çi bûye gerîlayekî li keleka me rûniştiye got, "çavê we ronî ciwan hatin!" Bi hatina wan re zindîbûnek ket nav koma gerîla. Heman gerîlayê ku mizgîniya hatina wan daye me, dema ku şaşwazbûna me dît got "hawayê ciwanan wisa ye, meraq nekin hûn ê fêr bibin." Yên hatî du jinên ciwan Arîn û Rojen bûn. Dema hatin gel me, me yekser ji ber derengmayina wan gazincên xwe kirin. Rojenê bi rukenî bersiva me da û got, "gerîla ti caran dem û cihê xwe ti kesî re nabêje. Nediyar e ka gerîla kengê ji kû ve derkeve." Hemû gerîlayên derdorê kom bûne bi gotina Rojenê û li hemberî gotinên wê bêdengmayina me dikeniyan. Piştî xêrhatineke bi ken Rojenê ji ber dereng mayinê lêborîna xwe xwest û em bi hev re ber bi cihekî dîtir ve ketin rê.

Di rê de her çiqasî nexwestibin jî, di encama israrên me de behsa çîroka xwe jî kirin. Arîn, keçeke Sûleymaniyê bû û bavê wê jî peşmerge bû. Rojen jî keçeke Ferqînî bû. Herdu jî ji parçeyên dîtir yên Kurdistanê beşdarî Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bûbûn. Dema min çîroka wan guhdarî kir, gotinên hevserokên PJAK'ê ku li ser qarektera netewî yê Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê anîne ziman hatin bîra min. Hê ku ez di nava van hizran de bûm û min dixwest hê gelek pirsên din li wan bikim em gihêştin cihê xwe.

Cihê em çûne komeke gerîlayên ciwan li derdora agir kom bûbûn, piştî ku me silav da wan me jî di xeleka derdora agir de cihê xwe girt. Agirê dawî yê rojê bû, ji ber ku hêdî bi hêdî tarî dibû êdî darên mezin nediavêtin ser agir. Çaydanê gerîla ku weke reşo tê binavkirin li ser kozan bû û çaya êvarê dikeland. Li derdora agir jî bi rukenî û kêfxweşî gerîlayên ciwan nîqaş dikirin; Sîmko, Kawa, Arîn, Mîtra, Dersîm, Rojen, Viyan û hê gelek ciwanên din ku her yek xwediyê çand û çîrokeke cuda ye ketibun nava niqaşan. Bi taybetî çîrokeke balkeş ya jina ciwan ya bi navê Mîtra heye. Dayika Mîtra Belûcî ye, bavê wê jî Kelhor e. Mîtra demeke dirêj hewildana tevlêbûna şoreşê nîşan dide, lê fersenda wê nabîne. Piştî gelek serboriyan xwe digihîne çiyayên Kurdistanê.

Rojen û Kawayê ku em pê re hevpeyvînê çêdikin jî, balê dikşînin ser wê pir-rengî û kelecaniya beşdarbûnên ciwanan. Kawa girîngî û rista ciwanan bi van gotinan tîne ziman; "weke her şoreşekê hêza dînamîk û pêşeng a şoreşa Rojhilatê Kurdistanê jî ciwan in. Ji ber ku rejîma Îranê ev rista ciwanan dizane, li ser ciwanan polîtîkayên bê vîn hiştinê û pûçkirinê dimeşîne. Ciwanan an dixe koleyên rejîma xwe, an jî serxweş dike da ku ji pirsgirekên civakî û siyasî dûr bikevin. Li dijî van êrîş û ferzkirinên dewleta Îranê me jî di sala 2016'an de KCR ava kir. KCR heya niha têkoşîneke misoger meşand û xwe li her cihekî Rojhilatê Kurdistanê rêxistin kiriye. Hemû keç û xortên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di nava KCR'ê de xwe perwerde dikin û pêş dixin û li dijî rejîma faşîst a Îranê têkoşîneke mîsoger dimeşînin. Bila hemû gelên me jî bizanibin ku Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pir nêzik e, di destpêkê de ciwan divê her  kes tevlî nava refên gerîla bibin û di kêliyeke wisa dîrokî de bêdeng û bê helwest nemînin." Rojen jî bi gotina “jin û ciwan pêşengên şoreşê ne” balê dikşîne ser rista jin û ciwanan. 

Piştî ku em bernameyên xwe çêdikin, em neçar dimînin ku vegerin. Gelek tişt di hundirê me de nîvco dimînin. Di vê gera me ya çend rojan de min gelek kêliyên ku ez di jiyana xwe de ti caran nikarim bîr bikim jiyam. Her wiha di encama vê xebatê de ez gihêştim wê dîtinê ku Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pir nêzik bûye. Ez bawerim di rojên pêş de em ê şahîdiyê şoreşeke rengîn re bikin.