Şîrketên Piya û Arî meheke di bin dorpêça polîsan de ne

Ji serdegirtina li Amedê û vir ve ku bi dehan rojnamevan hatin girtin, şîrketên çêkirinê yên Piya û Arî di bin dorpêça polîsan de ne.

Di 8'ê Hezîranê de di operasyonên qirkirinê de yên li dijî rojnamevanên Kurd 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn destgîrkirin û 16 ji wan hatibûn girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li gel hin navnîşanên şexsî her wiha avêtin ser JINNEWS, şîrketên produksiyonê yên Pel, Piya û Arî.

Polîsan dest danîn ser hemû malzemeyên dîjîtal ên ajans û şîrketên çêkirinê, dawî li lêgerîna li JINNEWS, Produskiyona Fîlm a Pel anîn. Lê belê şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî meheke di bin dorpêça polîsan de ne.

Li gorî agahiyan dema lêgerînê ya têkildarî herdu şîrketan bi rengekî kêfî hatiye dirêjkirin.

Ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, agahî ji parêzeran li ser lêgerîn û dorpêçkirinê nayê dayin.