Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin: Rewşa min ne baş e

Leşkerên Tirk piştî ku êşkence li Osman Şîban kiribûn, ew ji helîkopterê avêtibûn. Şîban diyar kir ku rewşa wî ne baş e û derbarê wê rojê tiştek nayê bîra wî.

Osman Şîban û Servet Tûrgût di 11’ê Îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn destgîrkirin.

Bi belgeyan derketibû holê ku Şîban ê ku bi giranî birîndar bûye, ji helîkopterê hatiye avêtin. Şîban piştî tedawiya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê birin mala wî ya li Mêrsînê. Şîban ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Şîban diyar kir ku derbarê wê roja ku hatiye destgîrkirin tiştek nayê bîra wî û got, “Ez ê nehatime ser hişê xwe. Canê min diêşe. Ez saetekê radibim, saeteke din dikevim. Rewşa min ne baş e. Derbarê wê rojê tiştek nayê bîra min.”