Şêx Seîd û hevalên xwe li Amedê hatin bibîranîn

Li Deriyê Çiya Amedê Şêx Seîd û hevalên wî ku hatibûn îdamkirin hatin bîranîn.

Şêx Seîd û hevalên wî li Meydana Deriyê Çiya ya Amedê ku beriya niha bi 96 salan li wir hatibûn darvekirin hatin bibîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku zilma heman desthilatdaran îro jî didome û daxwaza eşkerekirina cihê mezara Şêx Seîd hat kirin.

Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê çalakiya bîranînê pêk anî. Di çalakiyê de ku  wêneyê Şêx Seîd hat vekirin de Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP’ê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û endamên komeleyê beşdar bûn.

‘YEK KUŞTIN, BI HEZARAN JI DAYIK BÛN’

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat diyar kir ku demekî dirêj e zilm li Kurdan tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka Kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn. Ev polîtîka ne rast in. Bila çand û zimanê Kurdan nas bikin. Kurd hebûn û wê her hebin jî. Divê em xwedî li dîroka xwe derkevin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî lanet dikin. Ew şehîdên me ne, rêya wan rêya me ye.”

‘EM Ê ARMANCÊN WAN PÊK BÎNIN’

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û wiha axivî: “Bi salan e Kurd li vê derê dijîn ji cihekî din nehatin. Berxwedana wan jî ne sekini, berdewam kir. Em niha cihê gorên wan nizanin. Zilma wan desthilatan îro jî didome. Heke wê rojê ji van zilman re çareyek hatibûya dîtin ev bûyer nedihatin qewimîn. Lê wan desthilatan ji aştiyê re tu helwest negirtin, şer hilbijartin û wiha berdewam kirin. Ev pirsgirêk neyên çareserkirin wê aştî neyê. Daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî çi be îro daxwaza me jî ew e. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Heta ku em bigihin armanca wan em ê xebatên xwe bidomînin.”

‘XWESTIN ŞOPDARIYA NAVÊ WAN ASTENG BIKIN’

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ku daxuyanî xwend, diyar kir ku beriya 96 salan Şêx Seîd û hevalên wî şehîd bûn e û wiha got: “Li dijî zilm, înkar û ji holê rakirinê derketin. Ligel bi ser berxwedana 1925’ê re 96 derbas bûn jî rastiya civakî û dîrokî hêj bi hemû aliyên xwe ve nehatiye derxistin. Ligel biryarên darvekirinê ya derbarê Şêx Seîd û hevalên wî bi ûsûla xwe nehat kirin cenaze jî teslîmî malbatan ne kirin. Bi vê yekê xwestin bikevin pêş hem berxwedana wan a mafdar hem jî şopdariya navên wan.”

Kaya da zanîn ku cihên gorên Şêx Seîd, Xalît Begê Cibrî û hevalên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û gelek navên rewşenbîrên Kurd nayên zanîn û got: “Ji miriyên me jî ditirsin. Ev biryara polîtîk bi tu rêgezên hiqûqî, exlakî û însanî nikare were aşkerakirin.”

‘CIVAKÊ SOR DIKIN’

Kaya bal kişand ku cihê mezarekê ya van rêberên bi şeref ê Kurdan ji bo Kurdan zêde dibînin, vê yekê ne tenê ji bo malbat, bi armanca biçûkxistina civakê tê kirin û got ev biryara polîtîk bi ti yasayê olî, huquqî, exlaqî û mirovî nayê eşkerekirin.

Kaya diyar kir ku ev helwesta li dijî miriyan nayê ravekirin û wiha got: “Ligel ku Dadgehên Îstîklalê ji holê hatin rakirin jî îro girtekên dadgehê yên Şêx Seîd û heval ên wî nehatin aşkerakirin. Banga me ji vir ewe ku di serî de Şêx Seîd û hevalên wî, Xalit Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû miriyên me yên din re gorekê dixwazin. Em ê girêdayî îdealên wan ên ku di oxira wê de canên xwe dane bin.”