Şêwira li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û jenosîdê dawî bû

Şêwira ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û jenosîdê ya li Silêmaniyê ku bi hevkariya mamostayên zanîngehê û lêkolîneran hatibû destpêkirin, bi nirxandinan dawî bû.

Li bajarê Silêmanî bi hevkariya mamosteyên zanîngehan û lêkolîneran Şêwira Fîncancî a bi dirûşma ‘Pêşîgirtina li jenosîd û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Kurd’ ku bi tevlîbûna gelek kesayet û rewşenbîran hatibû destpêkirin, bi nirxandinan dawî bû.

Şêwir ji aliyê sê kesayetên di warê jenosîdê de xwedî behre bûn ve hate dayîn. Her wiha piştî nirxandinên pisporan, beşdarvanên şêwirê pirs ji pisporan kirin.

Di nixandinên hatin kirin de bal kişandin ser vê yekê divê bikaranîna çekên kîmyewî ya hêzên serdest li ser gelê Kurd tê bikaranîn zêdetir bikin rojev û bi belge û dokumentan bigihînin qadên navneteweyî.

Şêwir piştî pirs û bersivan dawî bû.